Ha vaj, ha vaj!
Ha vaj, ha vaj!
Dibêjî nabêjî, guh nadin. Ha bêje, ha bêje!... Ji sala 2006 vir de min gelek nivîsên Îsmaîl Beşîkçî wergerandin ser kurmancî û li malpera Kurd-Pen, Netkurd, Peyamaazdî û gelek malperên resmî yên Başûr dan weşandin. Heta niha min sê kitêbên Beşîkçî wergerandine. Gelek kurdên ku tirkî dizanin jî, ji min re gotine, em ji kurmancîya te xweştir ji tirkî fêm dikin. Dibe ku kurdên me yên Başûr, Rojava, Rojhelat, yên Qafqasya û Qazaxistanê navê Beşîkçî bihîstibûn lê ji wan wergerên min fikrê Beşîkçî ji nêz ve naskirin. Îcar tê bîra min, Beşîkçî di nivîsekê de digot “Kurd ji min re dibêjin, Xoce, tu gotinekê deh car tekrar dikî, di gelek nivîsên te de eynî tişt hene…” Beşîkçî cewab dida digot “Heyran, ma ez carek dibêjim, du car dibêjim, sê car dibêjim… Tu havilek nake! Hûn guh nadin, eynî tiştî tekrar dikin. Hingê ez jî mecbûr dimînim tekrar tekrar tekrar bibêjim...” Wey Beşîkçî xocam, Xwedê sihet û selametî bide, emrê dirêj bide. Lê karê te tune bêje. Ha vaj ha vaj!...