top of page

"Xelk ji Şingalê vedigerin kampan"

Çar sal piştî êrişên DAIŞê, zêdebûna liv û tevgerên aborî, siyasî û mirovî li deverên derdora Şingalê amajeyek e ji bo wê yekê ku bi hezaran awareyên Kurdên Êzdî dibe ku vegerin cih û warê xwe, ev jî ji aliyekî ve bi rêkeftina Bexda û Hewlêrê û ji aliyekî din ve jî bi amadebûna hêzên xwecihî ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê ve girêdayî ye.

Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Taybet a Yezda, Murad Îsmaîl sê hefte berê serdana Şingalê kiriye, li gel dîplomatên ewropî û amerîkî û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî civiyaye û bi rêxistinên alîlkariya mirovî hevdîtin kiriye.

Rêxistina Yezda gelek derfetên kar pêk anîne, ji wan jî karên ku pêwîstiya wan bi şarezayiya çandiniyê heye. Li Şingalê devereke mezin a deştahî heye, ji bo çandina genim û dexl û danên din devereke baş e.

Hefteya derbasbûyî, her sê rêxistinên "Yezda, USAID û Hevpeymaniya Heartland" projeya xwe ya "Vegera Silametiyê" ragihand ku piştgiriya qurbaniyên destdirêjî û sivikatî dike li parêzgeha Neynewa û dixwaze qurbanî bi silametî vegerin ser mal û milkê xwe û tevlî civaka xwe bibin, dema projeyê jî 30 meh e.

Yezda û Hevpeymaniya Heartland sê binkeyên piştgirî û alîkariyê li Qereqoş, Başîk û Şingalê dadimezrînin ku alîkariya yasayî û derûnî, debar û xizmetguzariya tibî pêşkêşî xelkê wê deverê û qurbaniyan dikin.

Berpirsên rêxistina Yezda di dema damezrandina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de geşbîn nebû, ji ber ku di hikûmeta Adil Ebdulmehdî de Kurdekî Êzdî jî tine û tenê parlementerekî Êzdî bi rêya kotayê kursiyekî parlementoya Iraqê bi dest xistiye.

Rêveberê Bajarokê Sinûnê yê li Şingalê Nayîf Seydo li ser rewşa niha ya Şingalê ji Rûdawê re ragihand: “Piştî 16ê Cotmehê ve, heta 10 malbat jî venegeriyane, berevajî vê, hinek kes hene ku vedigerin kampan, ji ber ku rewş ne aram e û gelek grûpên weke Heşda Şeibî û PKKê li vir in.”

Li Şingalê çar komên çekdar hene: Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Parastina Êzîdxanê. Medyayên Tirkiyê amaje bi wê yekê dikin ku binkeyeke hêzên Amerîkayê jî li wê deverê heye, lê belê Amerîka ne amade ye ku cihê hêzên xwe eşkere bike.

Berpirsê Sinûnê jî raportên bi wê cureyê dîtine, lê nikare piştrast bike ku hêzên biyanî li wê deverê hene. Ew bi xwe jî nikare bi awayekî fermî bi navê rêveberiya bajarok serdana wê deverê bike, ji ber ku dever hemû hatiye siyasîkirin. Li gor gotina Nayîf Seydo "gef li ser herêmê heye û xelk ditirse ku DAIŞ veger".

Tevî astengên ewlehî û siyasî, çalakvan rijd in li ser wê yekê ku pêngavên avakirin û aramkirina rewşa Şingalê dest pê bike.

Hefteya derbasbûyî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Plana Yekîtiya Ewropayê heye ku hewldanên xwe ji bo vegerandina aramî û avakirina Şingalê bihêztir bike, ji bo vê yekê jî milyonek dolar ji "Sindoqa Karê Şingalê" ya ser bi navenda destpêşxeriya Nadiya Murad re dide.

Ji aliyekî din ve, Yekîtiya Ewropayê roja sêşema derbasbûyî pakêteke 65 milyon dolarî ragihand ji bo alîkariya penaber û aware û cihên ku mêvandariya wan dikin. Amerîka jî di meha Tîrmehê de 70 milyon dolar bi rêya bernameya USAIDê ji bo asayîkirina wan komelgehên ku ezmûna wan a komkujiyê heye, pêşkêşî cihên peywendîdar ên Newnewayê kir.

Şingal devereke Kurdistanî ya derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, salek piştî bûyerên 16ê Cotmehê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser destbikarkirina îdareya Şingalê li hev kirin, lê belê Nayîf Seydo derbarê astengiyên li ber destpêkirina karên îdareya Şingalê dibêje: “Hikûmet û parêzgeha Mûsilê û Encûmena Parêzgehê serederî li gel me nakin, mûçeyên me ji Bexdayê tê, lê em naxebitin.”

Nayîf Seydo herwiha dibêje: “Îdareya nû zextê li xelkê nake, lê pirsgirêk ew e ku rêxistinên navdewletî rewatiya îdareyê nas nakin.”

Rewşa Şingalê û bêdesthilata îdareya Şingalê, derdixe holê ku çareseriya rewşa Şingalê pêwîstî bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya di asta herî bilind de heye, di heman demê de ev pêngav dê hêsankariyeke mezin ji rêxistinên navdewletî re jî bike daku alîkariya xelkê deverê bikin.

RÛDAW

bottom of page