top of page

Xaniyên dîrokî yên Siweregê hildiweşin!

Xaniyên dîrokî yên Navçeya Siweregê, girêdayî bajarê Bakurê Kurdistanê Rihayê, ji bêxûdaniyê hildiweşin.

Her xaniyek beriya bi sedan salan hatiye avakirin.

Ev xanî şûn û warên Mîrên Kurdan ên navçeya Riha Siweregê ne. Her xaniyek beriya çarsed salan hatine avakirin.

Eger vekolînên rast û durist nav van kavilan bêne kirin, bajarek durist ên dîrokî di bin van kavilan de winde ye.

Her çend Rêveberiya Giştî ya Parastina Çand û Jîngehê, ev Xaniyên Mirên Kurdan "wek berhemê Osmanıyan" xistibine bin parastinê de jî, di ware praktîk ve bêxûdan hiştin e.

Xaniyên klasik yên Kurdî, kolanên kevin û dîrokî, dergehên mîran, şaneşinên began, pencerên klasik yên kevin, di nav nav kavilan de, li berxwe didin.

Bajarê Siweregê, li gorî vekolînên zanistî, dîroka Kela wê xwe digehîne beriya Zayinê 3 Hezar.

Taybet Keleya Siweregê, di serdema Asuriyan de hatiye avakirin, lê di serdema Desthilata Kurdî ya Mêrwaniyan a sala 983-1085 de hatibûn nûjen kirin û bajar bû bû navendek giring a bazirganiyê.

K24/CB

bottom of page