Li Îranê 12 sal cezayê zîndaniyê dan rojnamevana jin
Mistefa Tirk Hemedanî yê parêzarê Şehîdî daxuyanî da ajansa fermî ya Îranê IRNAya û got, "Muwekîla min bi biryara Selewatiyê (Ebulqasim) Serokê Dadgeha Şoreşê ya 15an hat mehkûmkirin û 12 sal û 9 meh ceza dane wê."
Hemedanî got ku ji bilî cezayê hebsê dadgehê ceza da ku muwekîla wî 2 salan ji mafê rojnamevantiyê mehrûm bibe û derketina dervayê welêt jî were qedexekirin.
Hemedanî yê parêzer destnîşan kir, ji ber ku biryara veşartîbûnê dane ser pêvajoya darazê û dosyeya dozê nikare behsa hûrgiliyan bike.
Hemedanî da zanîn ku ji bo biryara dadgehê îtiraz kirin û serî li temyîzê xistin.
Tohmetên dixin stûyê rojnamevana ku ji Tîrmeha îsal ve girtî ye bi destê postên fermî nehatin eşkerekirin. Şehîdî beriya ku were girtin daxuyanî dabû rojnameyeke navenda wê li Londrayê ye, mixalifê rejimê ye û di daxuyaniyê da serokê Îranê rexne kiribû.