Rojhilat – Li Bane kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn
Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihand, îro danê sibê li zozana Malte ya bajarê Bane, pasdarên Îranê êrişî komek kolber kirin.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.
Navê kolberê ku hatiye kuştin, Hadî Selîmî û 30 salî bûye. Yên din jî heta niha navên wan nehatine zanîn.