Berpirsekî Gorranê sebeba ku YNKê berê xwe daye Tirkiyê, eşkere dike

Endamekî civata niştimanî ya Gorranê dibêje, ji ber ku pêwendiyên navbera YNK û Îranê lawaz bûne, YNK berê xwe dide Tirkiyê ji bona wê jî dest qedexekirina çalakiyên PKKê li Silêmaniyê kiriye.

Ev çend roj in YNKê dest bi girtin û daxistina baregehên PKKê yên li devera Silêmaniyê kiriye. Li gorî agahiyên BasNewsê, ev karê YNKê di çarçoveya wan sozan de ye ku YNKê daye Tirkiyê.

Li ser vê mijarê, endamê civata niştimanî ya Gorranê Hêmin Şêxanî ji BasNewsê re got, YNK dixwaze piştevaniya welatên herêmê bi dest bîne ji ber wê jî dest bi van tiştan dike.

Hêmin Şêxanî her wiha got, bi taybet dema pêwendiyên YNK û Îranê lawaz bûn, YNKê berê xwe da Tirkiyê ji bona wê jî dest bi daxistina baregahên PKKê kir. Ev jî xwefiroşî ye û ji bilî tê pênaseyeke wê nîne.

Wî berpirsê Gorranê anî ziman ku welatên herêmî ji YNKê dûr dikevin û got, sebeba wê jî ew e ku di nav YNKê de gelek ser hene û kes nizane kî çi dike. Ji ber wê jî welatên herêmê jê dûr dikevin.

BasNews