YNKê fermana qedexekirina çalakiyên PKKê da!
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji bona razîkirina Tirkiyê çalakiyên PKKê li devera Kesk qedexe kir.
Di heyama borî de YNKê gelek caran hewl daye Tirkiyê razî bike û bi vî rengî pêwendiyên xwe bi Enqerê re xweş bike lê Tirkiyê gelek merc danîne pêşiya wê.
Li gorî agahiyên BasNewsê, Tirkiye herî zêde ji wê yekê aciz e ku YNK firsendê dide çalakiyên PKKê li devera Kesk. Lê YNKê di civînên veşartî li gel rayedarên Tirkiyê de soz daye wan xeletiyên xwe rast bike!
Di çarçoveya wan hewl û sozan de, cîgirê serokê hikûmetê û kurê Mam Celal, Qubad Talebanî biryar daye êdî partî û dezgehên nêzîkî PKKê li devera Kesk, bi hêceta ku mohleta wan kar nîne, bên girtin û çalakiyên wan jî bên qedexekirin.
Ew fermana Qubad Talebanî dê di nav 24 saetan de pêk were û eger ew partî û dezgehên han di wê heyamê de çalakiyên xwe nedin sekinandin, dê bên cezakirin.
Yek ji wan partiyên siyasî yên ku bê mohlet li Silêmaniyê û devera Kesk kar dike, Tevgera Azadî ye ku tê gotin baskê PKKê yê Başûrê Kurdistanê ye.
BasNews