top of page

Di 9 mehan de 90 jinî xwe şewitandine

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Dijî Jinan, di heyama 9 mehan de 90 jinî li Herêma Kurdistanê Kurdistanê xwe şewitandine, 54 jinan xwe kuştine û 37 jinên din jî hatine kuştin.

Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Dijî Jinan li Herêma Kurdistanê amarên 9 mehên destpêka îsal belav kir û tê de hat, di vê heyamê de 37 jin hatin kuştin, 54 jinên din xwe kuştine, 90 jinî xwe şewitandine û destdirêjiya seksî li 87 jinan hatiye kirin.

Wek di amaran de amaje pê hatiye kirin, di heyama 9 mehên de 7 hezar û 192 gilî ji aliyê jinan ve hatine tomarkirin, ku tundûtûjî li wan hatine kirin.

Ev di demekê de ye, îro li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê wek hemû cîhanê hilmeta niştimanî 16 rojan ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan hat ragihand.

K24

bottom of page