Îro roja cîhanî ya nehiştina tundiya li dijî jinan e

Îro roja cîhanî ya nehiştina tundûtiya li dijî jinan e û bi vê boneyê jî, ne tenê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, îro bi serpereştiya HDP û rêxistinên jinan li Bakurê Kurdistanê jî, çalakiyên hişyarkirina civakê birêve diçin.

Neteweyên Yekbûyî di 17ê Berfanbara sala 1999an de roja 25ê Mijdarê weke roja cîhanî ya nehiştina tundiya li dijî jinan pesend kiriye.

Îro jî bi vê helkeftê wê li çendîn navçeyên Bakurê Kurdistanê çalakiyên cur bi cur bên encamdan û amarên salane yên tundiya li dijî jinan bên belavkirin.

Li gorî amarên ku Komela Mafên Mirovan a Amedê belav kirine, îsal li Bakurê Kurdistanê 50 jin rastî destdirêjiyê hatine. Rêxistinên jinan jî daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dikin ku projeyasayeke bihêztir û tundtir derbixe û ji bo parastina jinan pêşkêşî parlementoyê bike.

Li gorî amarên 2017an li seranserê Tirkiyê, 290 jin hatine kuştin, ji wan 70 jinan daxwaza cudabûnê kirine. 94 jin hatine îşkencekirin. 50 jin rastî destdirêjiyê hatine û 317 keçên zarok rastî destdirêjiyê hatine.

Herwiha li Bakurê Kurdistanê jî di sala 2018an de 53 jin hatine kuştin û 30 jin hatine birîndarkirin.

Seroka Civata Mezîtliyê Sibel Gelbul dibêje: “Ya girîn xurtkirina hevpiştiya di navbera jinan de ye, piştre rijdbûn e li ser yeksaniya di navbera jin û mêran de, belê em yeksan in û dakokiyê li azadiyên xwe dikin."

Li gorî amarên ne fermî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêjeye berçav a wan jinên daxwaza cudabûnê kirine , rastî tundûtiyê dibin, yan tên kuştin yan jî rastî îşkenceyê tên.