Serok Barzanî: Geşbîn im
Di kongirekî rojnamevanî de, Serok Mesûd Barzanî ragihand, ku rewşeke nû û derfeteke nû li Iraqê peyda bû ye û ew bi wê yekê geşbîn e.
Îro Serok Mesûd Berzanî di diwem roja serdana xwe de ji bo Bexdayê, li gel serokê Şepêla Hikme Emmar El-Hekîm civiya.
Piştî civînê, Serok Barzanî ji rojnamevanan re got: Em hatine daku nerînên xwe derbarê hemû pirsan ji hev re bidin xuyakirin û bihev re çareyan ji bo hemû kêşeyan bibînin.
Serok Barzanî got: Armanca serdana min, diyarkirina hevkarî û piştevaniya me ye ji Hikûmeta serokwezîr Adil Ebdilmehdî re û ez geşbîn im, ji ber ku derfeteke nû û rewşeke nû dibînim.
Herwiha got: Ew tiştê hêz û hêviyê dide me, ku em karibin bihev re hevkar bin ji bo çarekirina kêşeyan.
N.O