Ji 4 parçeyên Kurdistanê beşdarî Festîvala Mûzîk û Stranên Kurdî ya li Hewlêrê bûne
Biryar e ev festîvala mûzîk û stranan bo 3 rojan berdewam be. Ev festîvala stranan û mûzîkê grûpên mûzîkê yên her çar parçeyên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li hev kom kirine.
Yekemîn berhem jî di festîvalê de ji aliyê grûpa Vefayî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin.
Rêveberiya Hunera Mûzîkê ya Hewlêrê û Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikmeta Herêma Kurdistanê, ev festival organîze kirine.
Di heyama wan 3 rojên birêveçûna festîvalê de, tevî pêşkêşkirina berhemên mûzîkê yên grûpên beşdar, dê çendîn panêl jî li ser rewşa niha ya mûzîka Kurdî bêne lidarxistin.
Rêveberê Rewşenbîrî û Hunerê yê Hewlêrê, Ferheng Xefûr ji Rûdawê re ragihand: "Em kêfxweş in, ku weke rêveberiya rewşenbîrî û hunerê ya Hewlêrê, yekemîn Festîvala Kurdistan bo Mûzîk û Stranê saz dikin."
Ferheng Xefûr dibêje, ew dê hewl bidin ku salane vê festîvala mûzîk û stranan saz bikin.
RUDAW