top of page

Barzanî: Ji bo piştevaniya derfeta nû ya Iraqê hatim Bexdayê

Serok Barzanî di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Rêberê Hevpeymaniya Feth ragihand: “Ji bo piştevanîkirina wê derfeta nû ya ku li Iraqê çêbûye, min serdana Bexdayê kir.”

Serok Barzanî di konferansa rojnamevanî de armanca serdana xwe ya bo Bexdayê eşkere kir û ragihand: “Serdana min a bo Bexdayê ji bo gihandina peyamek e bo piştevanîkirina wê derfeta nû ya ku li Iraqê çêbûye û piştevanîkirina Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî. Baş jî bû ku min bi birayê xwe yê Birêz Hadî Amirî re hevdîtin kir.”

Herwiha Rêberê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî piştî civîna li gel Serok Barzanî di konferanseke rojnamevanî de diyar kir: “Çavê me Ii ser wê yekê ye ku bi hev re siberojeke me ya geş hebe û pirsgirêkên navbera xwe em bi ruhiyeta biratiyê çareser bikin… Ez hêvîdar im şerê me li dijî gendelkaran berdewam bibe û Iraq were avakirin. Em hêvî dikin ku sala bê sala vegera hemû awareyan be û vê serdana Barzanî deriyekî nû veke.”

RUDAW

bottom of page