Li ser destûra Sûriyê di navbera de Mistura û Ceiferî de kêşe derket

Di civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî de ku di derbarê qeyrana Sûriyê de bû, di navbera nûnerê hikûmeta Sûriyê û Şanderê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Sûriyê de kêşe derket û her du aliyan bersiva hev dan.

Şanderê Navdewletî Staffan de Mistura di wê civînê de ragihand, lîstea sêyem a berbijarên komîteya destûrî ne otombîleke ji hêz û aliyên siyasî re, û berê xwe da Beşar Cefeirî û got: Divê xelkê Sûriyê vê proseyê birêve bibin.

Şandiye NY yê taybet bi pirsa Sûriyê, Staffan De Mistura got: “Mebesta min ev e ku nabe lîsta sêyem bibe otombîlek ji nûner û berprisên aliyên siaysî re, çi yên hikûmetê bin an jiî yên opozisyonê bin. Civaka Sivîl û welatiyên Sûriyê hêja ne ku dengê wan di vê prosyê de hebe, daku ew yasayên têne danîn, rê nedin tu partiyekê ku bibe diktator û vê proseyê vala derxîne.

Ez dixwazin bînim bîra balyoz Ceiferî, ku bi xwe di herdemê de tiştan tîne bîra me, Neteweyên yekgirtî nêzîkî serweriya Sûriyê nebûye, biryara 2254 pêbdenbûna NY bi serxwebûn û yekîtiya axa Sûriyê nîşan dide, ev yek jî vê rastiyê derdixe, ku divê ev prose di destê xelkê Sûriyê de be û ew bi xwe jî wê birêve bibin.”

Nûnerê hikûmeta Sûriyê, Beşar Ceiferî jî li hember gotinên Staffan de Mistura bertek nîşan da û ragihand, ku wan berî her aliyekî din pabenbûna xwe bi biryarên nadvewletî nîşan daye, dema ku namzedên xwe ji bo komîteya destûrî ji Neteweyên Yekgirtî re şandibûn.

Beşar Ceiferî got, nabe şandiye navdewletî destêwerdanê di nav karûbarên girêdayê yekîtî û serweriya Sûriyê de bike û ev yek jî anî ziman, ku danîna destûreke nû girêdayê biryara gelê Sûriyê bi tenê ye.

Nûnerê hikûmeta Sûriyê li NY wiha axivî: “Ev proseya siyasî ya xelkê Sûriyê ye û ew wê birêve dibin, gelê Sûriyê ew xwediyê wê mafê ye ku siberoja welatê xwe destnîşan bike, bê ku destêwerdan ji derve çê bibin, ew jî li gor vê yekê ku destûr pirseke bi temamî girêdayê serweriya Sûriyê ye, ku xelkê Sûriyê bi xwe biryarê li ser bidin, ji ber vê yekê her destêwerdanek di nav karûbarên girêdayê serweriay Sûriyê nayê qebûlkirin.”

Hikûmet, opozisyon, welatên xwedî hêz li nav Sûriyê, welatên dûr û nêzîk dibêjin, daxwaza wan çareseriya siyasî ye, heger çareseriya siyasî neyê dîtin, şer bi dawî nayê, lê li ser rûyê erdê, tiştek din heye. Piraniya aliyan bi rêya hêzên xwe yên leşkerî nexşeya siyasî diguherin, û dema ku topek tê teqansdin, dengê siaysetmedaran nema tê bihîstin, êdî çavê xelkê jî li piştevaniya leşkerî ye, daku bizanbin ku devera wan parastî ye.

RUDAW