top of page

MIROV Û ZIMAN

Zeynelabidin ZİNAR

MIROV Û ZIMAN

Mirov mêxser, ezman diber, du çav li ser, pêş dîtîber Mêjû xweser, dinya kêşber, zanîn li her, nekit xweser Dibe ew ker, fêm nakit qer, şolên ker ker, hinde diber Kurtan li ser, hevsar di ser, cihar li ber, ne bes ew ker

Kerê dunig, hiş nava nig, zik wek cemik, naçe nêv ber Berên xinig, afir wek ping, rê xist denig, nake tu şer Şerê ke gog, bênder kir cog, xame ne hog, nebû beşer Gava ew heng, birrî kir çeng, pirtûk kir çeg, rizgar kir ser

Ser û ber e, war Kewser e, hinar ber e, keyn evser e Serê xwe re, hilda ber e, cama qer e, Sîpan ber e Agrî here, Munzir were, Hemrîn fer e, Sêwaz der e Zindî perr e, Xwençe mer e, folklor xwe re, bike w here.

Çiyayê Reş 16/ 11/ 2018, saet: 03.00

bottom of page