81 saliya bidavekirina Seyîd Riza û hevalên wî

15'ê Mijdara 1937. Seyîd Riza tevî kurê xwe û 5 serokên hozên Kurdên Elewî yên Dêrsimê, li Xarpêtê meydana Genimê tên dervekirin. Li belgeyên dewletê dehezaran kesên bêguneh hatine qirkirin û sirgunkirin. Hê jî şûna gorên Seyîd Riza û hevalên wî naye zanîn wek Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên 13 sal berê li Diyarbekirê hatibûn darvekirin. Neviyên Seyîd Riza dibêjin, mixabin, wek wê rojê pirsa Kurdî û pirsa Elewî wek birîneke bixwîn berdewam dike.

Kurdên Elewî yên Dêrsimê di dîrokê de, ne li gor yasayên deshilatan li gor nerîtên hezaran salan jiyana xwe meşandin. Ev bo deshilata Osmaniyan û Komara Tirkiyê kuleke mezin bû.

Sal 1935, bi yasayekê navê Dêrsima hezaran salan kirin Tuncelî û wek herêma qedexe hat ragehandin. Çekên di destên hoz û malbatan hatin komkirin, rê û pir hatin çêkirin, di gel de baregehên serbazî.

Gulana 1937'ê, Encumena Wezîran a Tirkiyê biryara Operasyona Qirkirina Dêrsimê da. Firokeyan agir bi ser Dêrsimê de barandin, yek ji wan jî yekemîn pilota jin Sebîha Gokçen bû ku paşmayiya şûra qirkirina Ermeniyan bû.

Seyîd Riza bo soza gotûbêjan hat xapandin û li Erzîncanê hat girtin. Biryara darvekirina 7 rêberên Kurd tê dayîn. Daxwaza dawî ya Seyîd Riza ew e ku, berê Kurê xwe were darvekirin da ku mirina kurê xwe nebine. Lê wê jî qebûl nakin.

Seyîd Riza dibêje: "Min fen û futikên we, lîstikên we fêm nekir, ew ji min re bû derd, lê li pêş we stûyê xwe xwar nakim, bila ew jî bo we bibe derd. Em bêguneh in, ev zilm e, qirkirin e, şermezarî ye."

Mustefa Kemal jî ew roj li Xarpêtê bû ku biryara serdana bajarên bakurê Kurdistanê dabû.

Parlamenterê HDPê Kemal Bulbul li ser jenosayda Dêrsimê got: "Dêrsimê jenosaydeke mezin hat kirin. Seyîd Rizayê ku xwestiye kêşeyê bi gotubêjan çareser bike, hatiye darvekirin. Dozname nehatiye amadekirin, yên tên dadgehkirin Tirkî nizanin, lê wergeran nîne, parêzer nîne û mafê serlêdana dadgeha jor jî nîne. Mixabin îro jî pirsa Kurdî, pirsa Elewî birîneke bi xwîn e û derbarê vê de tu çareserî naye pêşxistin."

Havîna 1938'ê vê carê ji binî ve fermana Qirkirina Dêrsimê tê dayîn. Hin Dêrsimî berê xwe didin çiyê, hin xwe radest dikin û hinek jî xwe disipêrînin şikeftan. Li gor daneyên fermî 11.818 kes hatin sirgunkirin.

13.160 jin û zarok û pîr bi sungiyan, gazên kîmyayî, bombebaran û gulebaranan hatine kuştin. Li gor çavkaniyên serbixwe hejmara rasteqînî çar carê vê ye.

Recep Tayîp Erdogan sala 2011'ê ku wê demê Serokwezîrê Tirkiyê bû, ji ber qirkirina Dêrsimê daxwaza lêborînê kir û rexneyên tund li hikûmeta wê demê girtin. Lê dîsa jî belgeyên wê demê nehatin parvekirin û cihê gora seyîd Riza û hevalên wî hêj naye zanîn her çiqas peykerê wî li Meydana Dêrsimê be jî.

K24