Piştî 3 sal ji rizgarkirina ji dest DAIŞê hêj %85ê xelkê Şingalê aware ne

Piştî sê sal ji rizgarkirina Şingalê ji destê DAIŞê, hêj zêdetir ji %85ê xelkê wê qezayê aware ne û nevegeriyane warê xwe û ser mal û milkên xwe.

Di (13-11-2018) de hêzên pêşmerge bi alîkariya firokeyên hevpeymanan, di operasyonekê de navçeya Şingalê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin. Sê sal beriya niha herî zêde navçeya Şingalê û bajarokên wê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin rizgarkirin, piştî 3 salan derbasbûna di ser rizgarkirina Şingalê û nemana DAIŞê li deverê, hêj jî %85ê xelkê deverê koçber in.

Xelkê Şingalê di wê baweriyê de bûn ku piştî nemana DAIŞê, ew dê vegerin herêmên xwe, lê bo xelk vegere ser mal û rewşa xwe ne Neteweyên Yekgirtî ne jî hikûmeta Iraqê heta niha ti xizmetguzariyek bo xelkê wê deverê dabîn nekiriye.

Li nav Şingalê xelk koçber in, weke mînak tenê li ser Çiyayê Şingalê 2 hezar û 360 malbat ev 4 sal ku in koçber in, hêj jî piraniya xelkê gundên Tel Qeseb, Tel Benat, Hatimiye, Koço û bajarokên Gir Zerek û Gir Izêr ên ser bi navçeya Beacê ve venegeriyane herêmên xwe.

Egera sereke ya venegerîna xelkê Şingalê û bajarok û gundên derdora wê nebûna xizmetguzariyê û xaniyên mînkirî yên deverê ye, ku ji ber wan hejmareke zêde ya xelkê Şingalê canê xwe ji dest dane, bi taybetî xelkê bajarokê Gir Izêr, ku heta niha 30 kesan ji ber ew bombeyên çandî canê xwe ji dest dane.

Ji bilî hêzên iraqî yên weke Heşda Şeibî, gerîlayên PKKê jî li Şingalê hene. Heta niha rê bi vegera rêveberiya yasayî û rewa ya qezaya Şingalê nehatiye dayîn û proseya avedankirinê li herêmê dest pê nekiriye.

Ji tevahiya 500 hezar xwecihên Şingal û bajarokên derûbera wê, tenê %12ê wan vegeriyaye cihên xwe, Encûmena Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê di raportekê de dibêje, zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzidî berê dane derveyî welat.

Komkujiya Kurdên Êzidî li Şingal û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê, bû sedema wê yekê, ku bi hezaran Kurdên Êzidî jiyana xwe ji dest bidin û bi hezarên din jî bê cih û war bimînin.

Di roja 3ê Tebaxa 2014a de çekdarên DAIŞê êrîşê ser Şingalê kir û zêdetirî 6 hezar Kurdên Êzidî revandin, paşê di Mijdara 2015 de bi beşdariya zêdetirî 7 hezar û 500 pêşmerge Şingal hat kontrolkirin.

RUDAW