Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî hat belavkirin
Roja 10ê mijdarê 2018an li Diyarbekirê partîyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, zimanzan û delegasyoneke berfireh li hevdû kombûn. Di komxebatê de beşdaran dîtin û pêşneyarên xwe ji bona Platformê pêşkêş kirin. Komxebata me pirreng û pirdeng derbas bû. Di warê ziman û mijarên pêvendîdar de beşdaran dîtinên xwe şênber kirin û li ser siyaseta zimên dîtinên xwe pêşkêş kirin, nîqaş kirin û analîz kirin.
Di encama komxebatê de biryar hate dayîn ku xalên jêrin ji raya giştî re werin parvekirin.
Gelek dîtin li ser mafên mirovan hene. Ev yek baş tê zanîn. Eşkereye ku zimanê mirovan jî mafeke mirovî, civakî û xwezayî ye. Bi zimanê dayikê perwerdebûn jî dîsa mafêkî mirovî, civakî û xwezayî ye. Mafên mirovan ji aliyê gelek sazîyên navnetewî de hatine pejirandin. Di nava Belgenameyên Koma Miletan de, Yekîtiya Ewrupa de, di Deklerasyona Mafên Mirovan de, di tevgirêdanên olî de, di Qurana pîroz de ev mafê ziman zelal hatiye formulekirin.
Gelek dîtin û raman di vê mijarê de hatinê pêşkêşkirin.
Îro li dinyayê her netew, kom û kesayet bi zimanê xwe şahnazîyan dike. Bi zimanê xwe berheman diafirîne; şano, stran, sînema, perwerde, edebiyat(wêje), medya, lêkolîn, xizmetên olî bi zimanê dayikê wateyeke netewî digirin. Ev berhem û çalakî dibin kultura netewî û hevbeşîyekê di nava mirovan de ava dikin. Ji ber ku berhemên zimanî nasname û hebûna mirovan e, hebûna netewan bi xwe ne. Gava ku ziman ji destê mirovan çû, mirov asimîle bûn, bi wextê re netewebûn jî ji holê radibe. Ev rastî îro vekirî û beloq li pêşberî Kurdên Bakur rawestiya ye. An wê Kurd demildest xwedî li ziman û kultura xwe derkevin an jî wê bi tunebûnê re rûberû bibin.
Heke em nexwazin bibin kujerê miletekî qadim li Rojhilata Navîn divê em xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Ji ber ku ev erkeke mirovî, şaristanî û dîrokî ye.
Baş tê zanîn ku Kurd weke hemwelatî li Tirkiyê bacê didin dewletê, leşkeriyê ji dewletê re dikin, hemû peywirên hemwelatîbûnê bicîh tînin. Dîsa eşkereye ku Kurd aktîf beşdarî sîyaset, jîyana kulturî û hilberînê jî dibin. Kurd îro li Tirkiyê zêdeyî 25 milyonan hene. Lê mixabin heta nûha Kurd nebûne xwediyê mafên kolektif û zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) jî li dibistanan nebûye zimanê perwerdê. Em weke hemwelatî ji dewletê daxwaz dikin ku zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) ji dibistanên seratayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdê. Ji ber ku ev maf yê hemû Kurdan e û Kurdan bi tevahî jî bêcudabûn himbêz dike.
Eşkere ye ku zarokên Kurdan îro bi zimanekî biyanî perwerde dibin. Her çiqasî zimanê Tirkî zimanê fermî be jî, dîsa jî bona zarokên Kurdan Tirkî zimanekî bîyanî ye. Kurd dixwazin bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin. Ev bi her awayî mafeke mirovî, civakî û xwezayî ye. Ji bona ku mafê zimanê Kurdî normalize bibe, tirs û asteng li ber zimanê Kurdî rabin, divê zimanê Kurdî li tenişta zimanê Tirkî û li bajarên Kurdan bibe zimanê fermî jî.
Em weke Kurd ji dewletê daxwaz dikin ku zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî. Çawa saziyên dewletê di wextekê de TRT Kurdî destpêkirin, çawa li zanîngehan beşên edebîyat û zimanê Kurdî îro bi tevî kêmasîyên xwe çalak e, Kurdî li dibistanan bûye derseke bijare, di heman demê da divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî û di qanûna esasî de cîh bigre. Ev mafê hemû Kurdan e û divê di zûtirin wextê de bicîh were.
Li aliyê din divê Kurd jî bi baldarî li zimanê xwe xwedî derkevin û bi hemû awayan zimanê xwe bikin beşek ji nasnama xwe. Zimanê Kurdî di nava civaka Kurdan de divê bibe zimanê hemû cûre pêwendiyên civakî. Zimanê Kurdî divê di hemû pêwendiyên rojane de were axavtin. Kurd divê bi zimanê xwe bazirganiyê bikin, sîyasetê bikin, çalakîyên kulturî lidarbixin, karê rewşenbirî bi Kurdî bikin, xwedî li kultura xwe derkevin, rûmetê bidin kedkarê zimanê Kurdî, ango Kurd bi hevdû re bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bidin û bistînin.
Şaredariyên me jî divê bi baldarî rê li ber geşkirina zimanê Kurdî vekin û piştgirtiya kedkarên zimanê Kurdî bikin.
Ji ber wan sedeman me partî û rêxistinên Kurdistanî Platforma Zimanê Kurdî destpêkir. Ev xebat divê bi wextê re berfireh bibe û şax vede. Me xwest ku ev xebat pêşî li Diyarbekirê destpêbike û dûra jî li hemû bajarên Kurdan û metropolan, bi heman armancan berfirehtir bibe. Ev tevger bila di nava Kurdan de bibe tevgereke gelerî. Ji bona vê armancê me li Diyarbekirê komxebatek lidarxıst. Ji îro û pêve divê gelê me, sazîyên sivil, rewşenbîr, medya û partîyên sîyasî hemû bi hevdû re xwedî li vê xebatê derkevin.
Em Kurd divê pirsa zimanê Kurdî bi baldarî têxin rojeva civaka Kurdan.
13.11.2018
Platforma Zimanê Kurdî
(Azadî, PAK, PSK, PDK-T, PDK, ÖSP, PIA, HDP, DBP)