top of page

DERFETA FEYZBOKÊ

Zeynelabidin ZİNAR

Feyzboka min pir hêsan e Lew bi zimanê Kurdan e Rêk û pêk û navnîşan e Derfet bo hemî Kurdan e

Çav bidin tev vê derfetê Bo ezmanî têx xizmetê Tiştên pîs nexe suhbetê Derfetek ha ne xuyan e

Binvîs û bixwîn rûpelê Zimanê xwe têx nav welê Da dinya bêjit tu jî lê Wenda mek derfeta han e

Dema derfet çû ji destan Poşman bî tu dê ji çavan Nabîn êdî yeke wisan Bi kar bîne, xweşîmkan e

Berê nederfet binvîsî Qedexe bû xame lîsî Lê niha kes nabêj gîtî Zindî dîdevanê wan e.

01/ 04/ 2018

bottom of page