DERFETA FEYZBOKÊ

November 6, 2018

 Zeynelabidin ZİNAR

Feyzboka min pir hêsan e
Lew bi zimanê Kurdan e
Rêk û pêk û navnîşan e
Derfet bo hemî Kurdan e

Çav bidin tev vê derfetê
Bo ezmanî têx xizmetê
Tiştên pîs nexe suhbetê
Derfetek ha ne xuyan e

Binvîs û bixwîn rûpelê
Zimanê xwe têx nav welê
Da dinya bêjit tu jî lê
Wenda mek derfeta han e

Dema derfet çû ji destan
Poşman bî tu dê ji çavan
Nabîn êdî yeke wisan 
Bi kar bîne, xweşîmkan e

Berê nederfet binvîsî
Qedexe bû xame lîsî
Lê niha kes nabêj gîtî
Zindî dîdevanê wan e.

01/ 04/ 2018

 

Please reload