MODELA HEVBEŞ YA BAJARÊN KURDAN
Di hilbijartina parlamento ya ku di 24 Heziran a 2018 de li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê pêkhat, derfetên yekrêziya Kurdan ava nebû. Careke din hêvi ji nava destên me şemitî. Xêrnexwazan ev xebata hanê beravejî kirin. Partiyên ku Tifaqa Kurdistanî ava kiribûn, ew ê di listeyên HDP de biketina hilbijartinên parlamento lê hinek derdorên malûm ji bona vê hevkariyê ne amade bûn.
Helwesta xêrxwazan û ya xêrnexwazan hîna jî tê niqaş kirin. Yên ku birçîyên nîqaşên vala ne jî, weke her car bûyera ku Kurdan lipaş xwe hiştiyê, encamê wêna baş dîyar in û ji bona tevgera Kurdan cihê xemginîye ye, dîsa di vê mijarê de dîtinên xwe bi temtelên bêserûber pêşkêşî raya Kurdan dikin. Em çima niqaşên ku feda doza Kurdan tê tune be, ewqası bi dilgermî niqaş dikin gelo? Ev bi rastî çi aqil û psıkolojî ye ku enerjiya xwe vala tüne dike? Ma ne divê ji bona xatire hevkarî û yêkrêziya netewî em karıbin carna amade bin ku hinek buyerên tehl jî daqûrtînin?
Hilbijartına 24 ê Heziranê ji di dîroka me ya siyasî de bûyereke wilo bû…
Helwest û bûyer li paş me ma ye! Bila dîrokvan û civaknas ji nûha û pê de lêkolînên xwe bikin. Reş û spî wê gavê dikare baş diyar bibe û deste kê di biraka kê dabû jî baş zelal bibe.
Ma ne gotineke bav û kalên Kurdan heye, dibêje; ku te girt bermede û ku te berda jî bi dûv nekeve…
Ev diyarkirin ji bona hemû cûre çalakıyan hatiyê gotin! Heke te girt bermede û ku te berda jî bi dûv nekeve. Yên ku bîra dinyayê dibin wilo şirove û hızır dikin!
Belê, nûha li pêşiya me hilbijartina heremî heye. Nîqaş divê li ser vê mijarê tov bibe û xebat divê amaje pê bike ku ji vê hilbijartinê encameke baş derkeve. Doza Kurdan divê pêşde here. Him encameke baş ji bona herema xwe û him jî ji bona hevkariya naxweyî em helwesteke erenî bi dest bixin. Em rê li ber proseya destpêkeke avakar di nava siyaseta Kurdan de veke.
Min gelek caran rastiyeke dîyar dubare kiriye; Kurd berûya darekê ne, pîvaza mişarekê ne! Em bêyî hevdû nabin, em bêyî hevdû nagîhêjin tu armancên mezin, em bêyî hevdû dibin nêçîr ji bona dagirkerê welatê xwe.
Ji ber wilo divê em hewl bidin ku bi hevdû re bin. Armanca me ya sereke divê ev be. Hevbeşbûn divê di vî warî de ava bibe û berfireh bibe.
Ya na, heke mirov bi helwesta xwe bixwaze xwe li ber baranê bila sebeb tene şil bike, ev ji helwesteke!
Ji bona pêşeroja Kurdan û ji bona ku em li herema xwe desthilatdariya heremî bidest bixinin, ango Kurd bi hev re û xwe bi xwe îdare bikin, divê em bikevin nava hewldanekê aqlane, hewldaneke pir reng, hewldaneke aşîtiya navxweyî. Em divê karibin dawî li berberiya navxweyî bînin û doza mezin derxînin pêşberi civakê. Beriya her tiştî divê Kurd hevdû qebûl bikin, hevdû bipejirînin. Doza netewayeti û civakî wilo destpêdike. Nirxê demokrasi û azadiyê incex di vir de dikarin realize bibin. Ji bona vê armance ji em divê ji hevdû re alikar bin. Bi vê mebestê divê em bibin xwediyê sebra Eyûbê kûrma xwarî! Em bêhnfireh bin. Em karibin bi destê birayên xwe yên Kurd bigirin û alikarê wana bikin ku ew li ser lingên xwe rawestin.
Exlaqê hevkariya netewî wêna ji me dixwaze.
Li herema xwe divê em karibin û amadebin ku desthilatdariya heremî bi hevdu re parvebikim. Ji ber ku parvekirin û beşdarbûn nirxeke demokrasiyê ye. Di organên desthilatdariya heremî de divê hemû rengê welatê me karibin beşdar bibin. Divê ev rê li ber hemû hêz û komikên siyasi vebe, pêkve jiyan di civakê de vê yekê ji me dixwaze. Heke li welatê me partiyên ku li ser xeta dewleta dagirker ve bin di meclîsê bajarên me de cîh digirin hebin û çalakbin, em wê çaxê divê hewl bidin ku rê li ber partiyên Kurdan ku derfetên wana yên yasayî tunebin ku beşdarî hilbijartınan bibin jî vekin. Bi vê yekê wê pir rengî û pir dengîya Kurdan xwe di organên siyasî yên bajaran de baş diyar bike. Ji bona temsîlîyet, demokrasî, yêkrêzî, hevkarî û hevbeşbûna Kurdan, ev pewistîyeke civakî ye.
Bi vê modela hevbeş dewleta Tirk jî bi hêsanî nikare êrişa siyaseta Kurdan bike. Hevbeşbûna Kurdan wê bibe mertalake siyasî û li himberi rêjeya hovîtîya dewletê jî rawest e.
Modela hevbeş ji bona doza Kurdan ev e. Çarenivisa me yek e. Gava ku pirsgirêkên civakî û siyasî ne bi rêbazên hevbeş çareser bibin, îrada gel xwe di hemû waran de zelal nede der, tevgera siyasî û civakî qurmiçî dimine. Pêwendî kal dimînin, tamsarkî dibin, fikir nastewin, pratika siyasetê tebût nabe, mirov nabişkivin û civak li ser bingeheke saxlam ava nabe. Hevbeşbûn di siyaset û civakê de, weke ku tê zanîn helwest û hişmendiya modern e, hevbeşbûn maf û huqûqê mirovan e, hevbeşbûn keda mirov e, hevbeşbûn nirxên demokrasiyê ye, hevbeşbûn nirxên netewayetiyê ne jî…
Hevbeşbûn, di dawîya dawî de rêjê û nirxên şariştaniyê jî dide der. Heke em dixwazin şaristaniyeke hemdemî li Kurdistan ava bibe, divê em bibin hevbeş, yekrêz û bi hev re!
Di modela hevbeş de hemû hêz û rêxistin li gora derfetên xwe, li gora jêhatbûna xwe, li gora taybetmendiyên xwe yên civakî, siyasî, kulturî divê beşdarî modela hevbeş bibin. Ji civaka xwe re xizmetê bikin. Ev model nabe ya tu partiyeke siyasî, ev tenê dibe modela civaka Kurdan. Hemû kes li gora jêhatbûna xwe, li gora ked, tecrübe û zanebûna xwe beşdarî vê modela hevbeş dibin.
Bi van nirxên Kurdperwer, emê bi hevdû re bingehê şaristanîyeke hevbeş avabikin û bibin endamekî serbilind di nava civaka navnetewı de…
Heçi ji bona vê armancê ji dil û can xebatê neke, bila biçe li ser kerê mirî helbestan binivîsîne!