Serok Barzanî: Serkeftina PDK bo xizmeta Kurdistaneke bihêz e..Serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), spasiyên xwe yên mezin pêşkêşî cemawerê xweragir û bi kedkar ê Kurdistanê dikim. Şanaziyeke mezin e ku gelê Kurdistanê bawerî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê anî. Her ew bawerî ye ku bingeha şer'iyet û berdewambûna PDKê ye, û belge û şahidiyekî zelal e ji bo xebat û destkeft û armancên PDKê.
Ev serkeftina PDKê, serkeftina îradeya gelê Kurdistanê û serkeftina Pêşmerge ye, serkeftina rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir e, serkeftina wê rêbazê ye ku qurbaniyên bêhejmar û hezaran şehîd daye. Serkeftina wê rêbazê ye ku tu demekî musaweme li ser mafên rewa yên gelê Kurdistanê nekiriye û nake jî. Serkeftina wê rêbazê ye ku ji bo pêkvejiyan û azadî û demokrasiyê xebat kiriye.
Bi boneya wê serkeftina dîrokî, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û serkirdayetî û kadir û endam û alîgir û cemawerê Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim û spasiya wan dikim ku hîmet kirine û ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz PDK biser xistine.
Di encama vê serkeftina PDKê de jî bi hêviya xwedayê mezin dê hikûmetekî bihêz, ji bo Kurdistaneke bihêz û ji bo xizmetkirina gel bê avakirin.
Her li vir jî ev gotina Barzaniyê Nemir ezê bînim bîra kadir û alîgirên PDK ku gotibû “Di serkeftinê de mexrûr nebin û xwe nebînin. Di şikestê de jî bê hêvî nebin”. Ev şîreta Barzaniyê Nemir bixin ser hişê xwe û nabe serkeftin we mexrûr bike ji ber ku ew serkeftin, serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye û ji bo xizmeta Kurdistanê ye.
Niha jî dema wê yekê hatiye ku hemû partiyên siyasî yekrêzî û yekdengiya miletê me biparêzin û ez daxwaz ji hemû aliyekî jî dikim ku berjewendiya gel û hevdengiya niştimanî bikin karê xwe yê herî li pêşî.
Hezar silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê û şehîdên rêya azadiyê.
Silav li Pêşmergeyên qehreman
Mesûd Barzanî 21.10.2018”
KDP İnfo