top of page

Ev Kamuran Bedirxan û Generalê Cumhuriyeta Mahabadê Mela Mustafa Barzanî ne. Sal 1970. Li Çoman, Li

Ev Kamuran Bedirxan û Generalê Cumhuriyeta Mahabadê Mela Mustafa Barzanî ne. Sal 1970. Li Çoman, Li Gilale.

Mela Mistefa bi 15 xalan Otonomîyê ji nava çavên dîktatorên Bexdayê bi darê zorê derxistiye û mafê muxtariyetê standîye.

Ji Süleymanî Û KERKUK HEYA zAXO Kurdistan di binê hikmê Kurdan da ye. Kamuran Beg hatîye pîrozbariya Mela Mistefa û Pêşmergeyên wîyên canfida û qehreman.

Gava Mîr Kamîran ji seyara xwe peya dibî, Mela Mistefa xêrhatin lê dide û dest davê çenteyê mîr. Mîrê Botan xwe davê çente lê Barzanî çente nade yê Û DİBÊJE: Mîrê min hun mêhvan in. Bihêle em vecîbeya xwe ya mêhvandarîyê bînine cih. Ez pêşmergeyê te me."...

Mîr dibêje: "- Eger ne ji ber xuna pêşmergeyan ba nuha ez dikariyam bihatame serê vî çiyayî? Ev çiya, ev dar û devî DEYNDARÊN PÊŞMERGAN İN."

Mela Mistefa dibêje: "- Raste Mîrê min. Di saya serê Pêşmergan da em gihiştine vê qonaxê lê, Hun Malbata Bedirxaniyan mezinên Kurdistanê nin. Çewa bê Pêşmerge nabîtin her wisa bê dîplomat û xwendevanan jî pêvajoya azadîyê naghêjê armanca xwe."

Kısadan hisse. Ev mesele gava ku sala 1971 ê ez 52 roj li mintîqa Çoman mam, hemî kesî vê gotubêjê qise dikiran.

Gava dilê mezinên Kurdan bi miletên wan va bî, Xwedê şolê wan li hev tîn ê.

Celaded û Kamuran 2 şexsiyetên bi serê xwe bê al û artêş li ser rastîyê textên xwe di dilê milyon Kurdan da bi cih kirin. Cîyên wana û hemû şehîdên doza welat cenneta rengin be inşaellah. ...

Seyit Beyar Botan‎ - PDK

bottom of page