Beşikcî: Serok Barzanî rêberiya doza rewa ya gelê Kurdistanê dike
Di hevdîtinê de Îsmaîl Beşikcî serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û yên meha Gulanê ya Iraqê bi girîng û watedar binav kir û ji bilî balkişandina li ser referandûma gelê Kurdistanê, tekezî li wê yekê kir ku ew serkeftinên lîsta PDKê balkişandina wê yekê ye, ku Serok Barzanî rêberiya doza rewa ya gelê Kurdistanê dike.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî helwestên Îsmaîl Beşikcî yên li ser doza rewa ya gelê Kurdistanê kir û pêzanînên xwe jî ji bo hewl û çalakî û nivîsên Beşikcî li piştgîrîkirina gelê Kurdistanê hebû û ragihand, Beşikcî ji bo me hemûyan cihê şanaziyê ye û sembol e û nêrînên wî yên di derbarê gelê Kurdistanê cihê girîngîdaneke zêde ye.
Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de behsa referandûmê û bûyerên 16ê Cotmeha 2017 û serkeftinên Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê, kir.
Serok Barzanî Herwiha tekez kir ku, Partiya Demokrata Kurdistanê ji aliyê gelê Kurdistanê ve hat xelatkirin ji ber keda wê ji bo bidestveanîna mafên gelê Kurdistanê û helwesta wê ya niştimanî û herwiha serkeftina PDKê bi sedema bergirîkirina li maf û îradeya gelê Kurdistanê bûye.
Xweragirî û têkoşîna gelê Kurdistanê û dîroka xebata malbata Barzanî û devera Barzan mijareke din ê vê hevdîtinê bû.
KDP İnfo