Mesrûr Barzanî: Hevbeşiya rasteqîne çareseriyê li pey xwe tîne

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ligel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis de ragihand, hevbeşiya rasteqîne îradeya siyasî dide hikûmetên Hewlêr û Bexdayê.

Di vê hevdîtinê de, dawî pêşhat û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin, di wê derbarê de Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya binemaya hevbeşiya rasteqîne da, ku îradeya siyasî dide her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqa federal bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de mane.

Derbarê hilbijartinên 30î Îlonê yên parlemantoya Kurdistanê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê hevnerîn bûn li ser girîngîpêdana Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Kurdistanê bi giliyan û ragihandina encamên dawiyê di zûtirîn dem de.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û navçê, beşdariya tevahiya pêkhateyan û cibicîkirina destûrê hatin guftûgûkirin.

KDP İnfo