Serok Barzanî: Bo dengdana serokomariyê ev şêweyê îro nayê qebûlkirin
Serok Mesûd Barzanî derbarê dengdana ji bo hilbijartina postê serokomariya Iraqê de ragihand ku ew şêweyê dengdanê nayê qebûlkirin.
Serok Mesûd Barzanî derbarê dengdanê ji bo hilbijartina kursiyê serokomariya Iraqê de ku ew prose hêj berdewam e, daxuyaniyek da.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha gote: “Birêveçûna niha ya hilbijartina serokomariya Iraqê berevajiya wê nerîtê ye ku ji bo hilbijartina serokomar ji gerên derbasbûyî hatiye peyrewkirin. Yan diviya kandîdekî Kurd li nav mezintirîn kutleyê de bihata berbijêrkirin yan jî fraksiyonên Kurdistanî ew kursî yekalî bikirbana.”
Serok Barzanî dibêje şêweya niha, bi ti awayekî nayê qebulkirin û nêzîk dê helwêstê me hebe.
KDP İnfo