Serok Barzanî: Ez piştgiriyê li Fuad Husên dikin
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Di derbarê diyarkirina berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo kursiyê Serokomariya Iraqê, me dixwest ku aliyên Kurdistanî pêkve li ser yek kesî lihev bikin, lê belê mixabin ev yek pêk nehat. Ji bo yekalîkirina vê mijarê jî Polîtboruya PDKê daxwaz ji min kir, ku kesekî diyar bikim ji bo kandîdbûna kursiyê Serokomariyê. Bi sedema şiyan û jêhatîbûna wî, min dît ku birêz Dr. Fuad Husên ji bo wî kursî berbijêr bikim.
Dr. Fuad Husên çi di qonaxên şoreşa Eylûlê de û çi jî di rêveberiya Serokayetiya Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê de û di qonaxên din ên jiyana xwe de kesekî dilsoz û destpak bûye û min baweriyeke temam bi şiyanên wî hene û baweriya min jî heye, ku dê erkên xwe bi başî pêk bîne û di kursiyê serokayetiya Iraqê de dê him ji bo gelê Kurdistanê û him ji bo Iraqê û pêkhateyên Iraqê kesekî bi sûd û xemxor be.
Em bi hemû şiyanekê piştevaniyê li Dr. Fuad Husên dikin û hêviya serkevtinê ji bo wî dixwazîn.”
KDP-İnfo