Partiyên Kurdistanî: Referendûm – peyama îradeya Kurdistanê bû!

Salvegera Referendûma Serxwebûna Kurdistanê ye. Roja dîrokî/mafdar a gelê Kurdistanê! Partiyên bakur û rojavayê Kurdistanê giringiya vê roja qedrbilind, ji Kurdistan24 re nirxandin...

Ibrahîm Biro – Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriye

Em bawer in, Serxwebûn dê her pêk were!

Di derfeta derbasbûna salekê li ser helkeftina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Miletekî mîna miletê Kurd, ku ta niha bi xaka welatê xwe ve girêdayî ye, bêguman ewê hêja be ku weke hemû miletan, weke Tirk, Ereb û Farisan di welatê xwe yê taybet de bijî û mafê çarenûs bo Kurdan mafeke girîng û rewa ye.

Biryara Referandûmê di demek e hestiyar de bû û pir girîng bû. Demek ku hemû welatên, ku li dijî mafên Kurdan disekinin di krîzan de derbas dibûn. Ew derfetek dîrokî bû, ta ku Kurd mafê xwe yê bingehîn û hêvîya xwe bi cîh bînin. Ji bo vê yekê kesayetîyek rêzdar û bilind weke Serok Barzanî derfetek pir baş ji bo Referandûmê hilbijart. Mixabin bi dehan madeyên Destûrî yên dewleta Îraqê pêk ne hatibûn. Ligorî rêzên Destûra dewleta Federal, gerek e Kurd xwedî maf bûn a. Lê ev yek nebû. Bi vê sedemê jî, jiyana hevbeş di navbera pêkhatîyên di Îraqê de pir zehmet bû. Bi sedema hin astengîyan Referandûma Kurdistanê pêk nehat. Ev astengî ne tenê ji aliyê welatên Tirk, Ereb û farisan bûn. Lê herwiha ji aliyê pir dewletên xwedî hêz ve zehmetî û astengî çêbûn. Li Kataloniya jî, ku tê zanîn ku di herêmeke azad de ye, Referandûm pêk nehat. Ji ber ku alîyên navdewletî nabînin, di vê demê de tu welatên serbixwe ava bibin.

Lê tevî hemû astengîyan, em bawerin ku, di nêzîktirîn derfet de, Serxwebûna Kurdistanê wê pêk bê. Ji ber miletê Kurd nerîna xwe ji cîhanê bi tevahî re diyar kir.

Mohammed Ismail – Berpirsê Rêvebir ê Politburo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye

Biryara Referendûmê – girîngtirîn nameya gelê Kurdistanê bû!

Biryara Referandûmê ya diroki ji di 25/9/2017an de hate encamdan baştirîn û giringtirîn name bû ji desthilata Bexda re. Piştî nebicihkirina Destûrê, birrîn a bûdceyê, gefên li ser herêma Kurdistanê, derxistina wezîrên Kurd ji hikûmeta Iraqê, anîna DAIŞê li ser Kurdistanê û Şingalê. Herweha ew name bû - ji hemî dewletên Cihanê re, kû li gorî yasayên navdewletî ji mafê miletê Kurd, ku vîyana xwe ragihîne û ji Kurdan re, da karibin li pêşerojê binerin. Hêviya pêşerojê ji wan re hate afirandin.

Tiştekî siruştiye ku, dewletên dagîrker ên herêmî li dijî mafê gelê Kurd bin û li dijî vîyana wî bin, bi behaneya Referandûmê .

Encamên Referandîmê kû 93% ji gelê Kurd pesend kir û bayê şahîyê û azadîyê li seranserê Kurdistanê pêl veda. Qet me nizanîbû ku, cehş u xwefiroş û yên neguhdayî ji Kurdan bi tenê 7% ne û lista “NA” bi tenê çed sed ek bûn ji milyonên Kurdan, ew neferên ku, dilreşiyê ew kor û nebîn kiribûn.

Bi planeke qirêj a dijminên miletê Kurd û Kurdistanê û bi alikarîya xayînen hundir - cehşên kevn û nû Kerkûk firotin. Ew Kerkûk a ku bi destê wan, carek din hate talan kirin, ku berjewendîyên xwe ji naxwazin, bi tenê koleyên dijminan in û yên wekî wan zêdeye, ku em wan wekî Kurd binav bikin - çi li Tirkîyê, Iranê û Sûriyê, ku dijminê keleha Kurdayetiyê ne u tu xebata wan nin e, ji bilî dijayetiya rêbaza pîroz- rêbaza Barzanî ya xebatê, qehremanîyê û rûmetê.

Armanca nehezan û cehşan ew bû ku, vîn û pêdivîya Kurdan bişkînin û dilreqî û dilreşîya liser miletê Kurd. Xeyala wan a ku bigihin dagirkirina paytexta Kurdistanê, bê guhdan li çi zîyanên li gelê Kurdistanê. Ji wan re qet girîng nebû –destdanîn ser mal, milk samanên gel, yan têkçûna hemê deskeftên gelê Kurd, têkçûna xebat û qurbaniyên dehén salan.

Lêbelê serkirdayetîya Partî, bi hikmet , nerîna pêşerojî û rastiyane ya Serokê hêja û xoşewist Kek Mesûd Barzanî û bi himeta Pêşmergeyên qehreman û bi piştevanîya gelê Kurd û Kurdistanê plan têkşikand û xeyalê xiraban têk çûn. Tiştek bidest wan neket, ji bilî rûreşiyê û nefreta gel û dîrokê. Di hilbijartinan de, gelê Kurdistanê gotina xwe kir, ku piştî wê, gelê herêma Katalonya ya Ispanya jî heman rê da pêş xwe.

Rêzgirtin ji Serokê hêja re...

Hemû rêz û rûmet ji pakrewanên Kurd û Kurdistanê re...

Rûreşî û serşorî ji xîyanetkaran re…

Sertaç Bucak - Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur

Biryara Referendûmê – dîrokî, rewa û mayînde ye!

Referendûm îfadekirina îradeya gelê Kurdistan bi reya demokrasî û aşîtî bu. Gele me bi 93% îrada xwe ji bo Kurdistane kî serbixwe dîyar kir. Ew biryar biryarêkî dîrokî ye, rewa yê û mayînde ye.

1.Piştî xiyaneta nawxweyî (niştîmanî) dagirkirina Kerkûkê, Xaneqîn û hwd dihat gotin ku “Herême Kurdistan û serxwebuna Kurdistan gihişt dawîya xwê”. Lê hilbijartinên ji bo Parlamena Kurdistan 30. Îlonê 2018 carêk din dîyar dikê ku Heremê Kurdistan welatekî mayinde, demokratîk û xwedî bawerî a niştimanî û Kurdistanî ye; Heremêk xwedî istikrar a sîyasî yê 2. Gelek devlêten cîhanî, cîranên Heremê Kurdistan, bi taybetî Tirkîye rolekî gelek xirab di dema Referandumê de, lîst. Salek şunda xuya bû ku, sîyaseta McGurk (Berpirsîyarê siyaseta DYA li herêm/Rojhilata Navîn) li ser pirsa Referandum xeter bû. Iraq, îro zedetir ketîye bin bandora Îrane. Piştî Hilbijartinên giştî bandora Îranê li ser Iraqê zedetir bu û heta îro hikumet nehatîyê damezrandin. Sîyasetê devleta Tirkîye û hevsengen sîyasetê piştî 15. Tirmexê (Temmuz) 2016 hatê guhertin. Jiber ku, Tirkîyê pirsa Kurd (li derva Tirkiyê jî dahîl) wekî gef a herî mezin ji bo hebuna devletê Tirkîye dît. Alîyên sîyasî li Herême Kurdistanê, ew guhartin nedan ber çav. Ji bo vê jî, helwesta Hikumeta Tirkîye û peşengîya wê di dijminatiya hemberê Referandûmê de, nehatibû tahmîn kirin. 3.Dema Refarandumê jî dihat gotin ku, ew prosesa siyasî yê. 26.09.2017 dewletekî serbixwe naye îlan kirin. Lê encamê Referandumê senetekî mezin e ji bo duwarojê, ku gele Kurdistanê îradeya xwê ji bo dewletekî serbixwê dîyar kirîye. Ji bo sîyaseta nawnetewî, ew zemînekî rek û pêke ji bo arguman a dewlet bûnê ye. Ji bo vê yekê, biryara cenabê Serokê Heremê Kurdistan Mesud Barzanî ji bo çekirina Referandumê Serxwebunê rast û realîst bû. 4. 30 Îlon a 2018an hilbijartinê Parlamenê Kurdistanê ye. Hilbijêren Kurdistanê pewîst e, destê xwê bawejin ser vicdanê xwê û denge xwê, ji bo peşenga sîyaseta serxwebûnê li Kurdistanê, pêkvejîyan a hemu pekhateyên Kurdistanê bidin.

Mesud Tek – Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Encama rapirsiyê - tapûya serxwebûnê ye!

Referanduma 25 Îlonê a sala 2017 bûyereka dîrokî ye. Gelê Kurd li Kurdistana Başur, guhê xwe neda ew hemu zext û asteng û gefxwarinê yên derweyî û navxweyî, çû ser sîndoqên dengdan û vîna xwe bo hemu cîhanê eşkere kir û got, ku “ez serxwebûnê dixwazim.” Rapirsiya 25ê Îlonê di warê hinek babetan da jî gelek girîng e. Yek ji wan babetan ev e, ku nişan daye kî dost e û kî neyar e. Kîjan dewlet, kîjan hêz dostê her timî ye, yên ku dîn-dijminê azadiya Kurdistanê ne, kî ne? Rapirsî nişan daye, ku hevkarî û yekhalwestî ya hêzên Kurdistanê kîlît û zaminê serketinê ye. Her usa bûyer û pêşhatiyên 16’ê Cotmehê, ku paş rapirsiyê li Kerkukê rûdane, nişan didin, ku yêkitî û yekhalwestiya hanê her usa zaminê parastina destkevtên netewî û demokratîk in.

Belê encama rapirsiyê ji ber êrîşên dagirkeran û hawlên dewletên mezin ne hatiye cî be cî kirinê. Lê bele vîn û îradeya gelê Kurd, ku bi rapirsî hatiye eşkere kirin, her li ciyê xwe ye û bê guman di wext û zirufeka guncav da wê were cî be cî kirine. Encama rapirsî tapuya serxwebûnê ye, ku di destê hevwelatiyên Kurdistana Başur da ye. Parastina tapuya hanê û cî be cî kirina encama rapirsî jî erkê me hemû welatparêzên Kurdistanê ye.

Mehmet Emîn Kardaş – Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye

Referendûm belgeya rewa ya gelê Kurdistanê ye…

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ku di 25ê Îlonê de li BaşûrêKurdistanê hat çêkirin gelekî giring e û pêdivî pê hebû. Netewa Kurd, li Rojhilata Navîn 50 mîlyon e û Kurd li Rojhilata nawerest xwedî 600 hezar km2 ax e, lê ne xwedi dewlet e. Di cîhanê de çi biçûk, çi mezin zedetirî 240 dewletên serbixwe hene. Hemi xwediyê dewleta xwe ne , Al a wan di nava NY de bilind dibe. Hinek ji wan dewletan hene ku; 10,20,30 hezar kes in, liser çarenûsa Neteweya Kurd dikarin biryaran bidin. Ev jî, ji Kurdan re dibe sedema bê rûmetiyê.

GİRİNG BÛ: Referandum a 25ê Îlon a 2017an, da ku dewleta xwe a serbixwe avabike û bigihijê hemû mafên xwe yê xwezayî, xwedayî û însanî li gor zanist û dîrokên grek’an, Rus’an, Ewrupiyan, Ereb û bi tevlî yên Tirkan jî dibêjin; Kurd berî miladê li ser vê ax a ku nuha lê dijîn de rûniştvan bûn, ew her di vê heremê de otokton bûn, ji devereke din ne hatine ser vê axê. Zanistên ziman jî dibêjin; zimanê Kurdî zimaneki xweser û kevnare ye, xwedî dirokek kûr e, xwedî çand- folkloreke tije û bi rûmet e. Ev jî didê xuyakirin ku, Referandûma Serxwebûnê giring bû, dema ku referandûm biser bikevê, dê Kurd dewleta xwe ya serbixwe damezrênin.

GİRİNGÎ EV E KU: Miletê bê dewlet bê rûmet e, bê xwediye, tirsonek e, ji asta mîrovatiyê bidûr ketiye. Ji kuştine re, ji esaretê re, ji koçberîyê û ji koletiyê re vekirî û amade ye. Xwedî pir dijmin e, lê bê heval û dost e. Di civakê de ahd û deng û peymanê wan derbas nabê. Bi kurtayî, ev hemi sedemên zindî ne, ku li ber çavane.

GİRİNG E: Armanc û biryardana bi vê Referandûmê Kurda axa keseki dagir nedikir, talanê kesi ne dikir. Tenê mafê xwe yên xwezayî, rawa, demokratik û xwedayî bipêk dianîn. Kurdan ev erk û çalakiyan û helkevtinên xwe ji peymanên ku, di nav dewletan de hatine pejirandin werdigirt.

GİRİNG BÛ: Ji Kurdan re referandûma 25 Eylûlê rûmet û pêdiviya xwe hebû. Netewa Kurd, weke hemî neteweyên li vê cîhanê, ew jî neteweye ke. Xwediyê her mafê mirovayiyê, diviyabe, mina her miletî ew jî, bikaribe biryara çarenûsa xwe, ew bi xwe bidê.

GİRİNG BÛ: Jiber ku her çiqas Referandûm li Başûr çedibû, lê li her sê beşêdinî Kurdıistanê kelecaniyek mezin çê bû û li nav hemî Kurdên li dinya ye de piştgirî û dilsoziyek bêhempe derkete holê. Li başur referandûm bi 93 % hate pejirandin. Ev jî ciyê dilxweşiyê ye. Konjoktora navdewletî belki rê neda ku ev serkeftina referandum birê bikeve jî, lê ev helwesta netewa Kurd di diroka xwe û a dagirkeran de jî, bû belgeyeke rawa . Em hêvîdarin ku, dê roja dewleta serbixwe dê werê.

Sinan Çiftyürek – Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP)

Agirê Serxwebûnê li Kurdîstan û Katalanya berdewam e!

Salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdîstanê ye! 25ê İlon a 2017an ne tenê ji bo Kurdîstana Başûr, jî bo hemû parçayên Kurdîstanê û Kurdên diasporê rojek dîrokî ye. Gerek em wê roja dîrokî û kelecanê qet bîrnekin. Ez dixwazim bi kurtayî di derhekê roja dîrokî ya 25ê Îlonê da çend tiştan bibejim!

I – Di serîda ji bo helwest û bîryara gelên Kurdîstanê (Kurd, Tirkman, Ereb, Ermen, Suryanî) zor zor spas ku jî bo referandûma serxwebunê da bi %93ê rêje gotubûn erê! Belê gelên me bi wê bîryarê xwe gaveka pir girîng avêtin û dîrok nivîsandin!

Bi taybetî jî, ji bo bîryarê gelên Kerkûkê zor spas. Belê çawê dewletên mêtînger û cîhanê li ser Kerkûkê bu ka wan ê çawa biryar bidên? Biryara gelên Kerkûk bu sedema şaşiya dewletên dagirkeran!

II –Di Roja 25ê Îlon li her çar parçeyên Kurdîstanê de gelên me ezmûnaka pir girîng dan. Di derbarê referandûma serxwebûn da li Kurdîstane Bakûr, Rojava, Rojhilat û Başûr nêrin û helwesta gelên me li ser partî û parçeyan bu! Ango li her çar parçe û dîasporayê da gelên me, biryara xwe yên di derbarê serxwebûnê jî gor biryar û helwesta partîyan nedan, jî bona Kurdîstanê bîryara xwe dan û em ji hember wê biryarê rêzdarin! Belê gelên me bi wê biryara xwe gor partîyên me gavek an du gav li pêşdane!

III – Serokê Hikûmet xweser ê Katalanî Puigdemont di referandûma salek beri da gotubû “em berxwedanê jî Kurdan hînbûn” (elimîn)! Raste şer û berxwedana Kurdan di cîhanê da bûye navdar û wek mînak! Lê belê di merhele encamgirtinê da partî û rêxistinên me her dem hatin wergilandin! Sed salên mesele wekheve!

IV – Îro di salwegera referandûm a serxwebûn a 25ê Îlonê da, ger partîyên me neynikê (rexneyan) bi kûranî bidin şaşî û kêmasîyî xwe! Çima, çawa 16ê Cotmehe pêkhat? Ê çawa karibin di bin wê bari da derkevin? Çima, çawa Peşmerge nabe yek arteş? Çima partîyên Kurd jî partîyên Kurdanra ne demokratin?

Bi kurtayî kanîm vana bibêjim; heger partîyên Kurdîstan, li ser desthilatîya heremî û navendî wekî bi rêya siyaseta demokratîk li hev nekin çi li parçeyan tifaqa netewî çi ji li ser parçeyan îttîfaka Kongreya Netewî pêk nayê!

V - Di roja îroda navbera partîyên me de meseleya girîng ne pêşbirka ku kî bibe serokkomarê Iraqê! Meseleyên meyin girîng an ji xwestina gelên me ê lezgîn;

*Rizgarkirîna Kerkûk û bajarokê meyê bin dewletin dagirkerîyê dane!

*Yekirina arteşên Peşmerge ye!

*Bi hêzkirina demokrasîya hûndire!

*Li Kurdîstan di hêla çandiyarî û ajaldarîye da bi wxe wxera besbûn be!

*Û ya giring ji serxwebûna ku li hilawistokêdaye ger we daynin jêr!

Daxwazîya Partîya Azadî û Sosyalizmê (ÖSP) ew e ku di encama hilbijartina 30ê Îlonê da kijan partî an partîyên me qezenc bikin wan pêşnîyaran pêk bînîn! Û li paş biryara gel a serxwebûnê, bi hêz bisekin in!

Latif EPÖZDEMİR (Cîgirê serokê Partîya Maf û Azadîyan-HAKPAR)

Referanduma Serxwebûna Kurdistanê peyameke giring da cîhanê

Di ser referanduma serxwebuna Başûrê Kurdistanê de salek derbas bu. Encama referandumê rêbazeke giring da Pêşîya miletê Kurd.Ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd rê û olaxên nûjen peyda bun.Fersend û mecalên aştîyane û rewa derketin pêş.

Di pêkanîna referanduma 25’ê Îlonê de,gelê Kurdistanê vîyaneke netewî bikar anî.

Gelê Kurdistanê, li himber asteng û pêşgirtina hêzên nexêrxwaz berxwedanek bijare birêve bir.Pirsa Kurd û Kurdistanê kete qonaxeke nu.

Encama referandumê wek mifte û kilîlek giranbiha kete bêrîka gelê Kurdistanê.

Helbet di dem û deverên dijwar de heqe ku desthilat yan jî rêveberîya millet, ji bo çarenusî û paşeroja millet raya gel bipirse û ser li gelpirsînan ( referanduman) bide.Ev yek ji bo hemu miletên cîhanê heqek rewa û demokratîk e. Referandum hacet û pergalek demokrasîya rastxwe yanî,demokrasîya rasterast e. Yanî,eger pirsek netewî were pêş,pirsgirekek gelemperî hasil bibe rewaye ku raya millet were pirsîn, vîyana millet were eşkere kirin.Cîhana demokratîk pirs û kêşeyên xweyên sereke bi vê rêyê çareser dike.

Başurê Kurdistanê jî, rêyek wiha rewa û aştîyane bijart û di encam de, gelê Kurdistanê bersîvek da rayedaran navxwe û her wiha peyamek jî, rageyande cîhana demokratîk. Gelê Kurdistanê bi coşeke mezin biryara serxwebunê da.

Ev biryar ne qabile ku were binpê kirin yan jî pûç kirin. Tu hêzek nikare vê biryarê betal bike.

Niha ev biryar kilîleke di destê Milletê Kurd de. İro nebe sibê, sibê nebe dusiba, bivê nevê wê were encamdan. Kengê keys û mecal peyda bun,şert û zirûf têgeyiştin,miletê Kurd wê dewleta xwe a serbixwe damezrîne.

Ne qabile ku jî vê destkevtinê, gavên berepaş werin avêtin.

Girngîya referanduma serxwebuna Kurdistanê lazime çawa were nirxandin.?

Bi raya min, encama referandumê da nîşan ku dewletên ku Kurdistanê di nav xwe de parçe kirine, bi şêwazên demokratÎk nikarin Kurdan WEKÎ BERÊ İDARE BİKİN.Yanî ew sitatuya berê bi encama referandumê ber bi hilweşanê ve diçe.

Dîyare,eger ne bi zext û zorî be, tu kes nikare di demokrasîyek kêrhatî de,Kurda ji mafê çarenusî bêpar bihêle.Dagirker tenya bi darê zorê dikarin li ser gelê Kurdistanê desthilatdarî û zordarîya xwe bimeşînin.

Gelê Kurdistanê di encama referandumê de, da nîşan ku ew perçeyek e ji bîr û raya aştixwaza cîhanê û her wiha ew berendamê cihana demokratik e.Lewra ew bi şewazek demokratîk geyîştîye serketinek ku heqê tu kesî tune jê gilî û gazina bike.Miletê Kurd da nîşan ku ew mileteke serbilind û xurt û qedirnase.Dikare ji bo paşeroja xwe bi vîyana xwe biryara jîyana xwe bide.

Bê guman, Kurdistanî bi demokrasîyê bawerin û piştevanîya helmetên demokratik dikin. Tekoşîna di rêya encama demokrasîyê de bala Kurda kişand lewraye ku Kurd,ne qabile careke din dev ji demokrasîyê berdin.Ev referandum xîmê demokrasîyê qaîmtir kir, bingeha jîyana serbixwe çêkir.

Ev referandum nîşana vîyana netewî a gelê Kurdistanê derxiste holê. Kurdistanîyan ji bo dehatûya xwe vîyana xwe bikar anîn û biryarek dîrokî dan. Ev encam, di heman halde peyameke gelek giringe ji bo rayedar û rêberên Kurdistanê.Ev peyam wê neyê dubare kirin.Lê divê were bicî kirin.

Di encama referandumê de,millet bersiv û biryara xwe da.Serxwebun.. Wekî din bikaranîna vê encamê erkê ser milê sîyasetmedar û rayedarên Kurdistanê ye.

Pêkanîna referandumê bi raya min giringtirîn hingaveke di dîroka Kurd û Kurdistanê de.

Ev destkevtin ne tenê ji bo başurê Kurdistanê, her wiha ji bo hemu Kurdistanîyan moral û dilxweşîyek mezin peyda kirîye. Kurd êdî baş dizanin ku ew ne bêkes û sêwî ne. Ew xwedî vîyanek netewîne û di her hal û mercek de dikarin paşerojek baş û jîyanek bextewer ji xwe re bibjêrin. Helbet eger ku mefer û mecala wan hebe. Helbet ku dijminên Kurd demokrasîyê bipejirînin û rêz li encam û gerek û pêwîstîyên demokratîk bigrin. Dev ji zilm û zordarîyê bedrin û werin ser bawerîyek demokratîk, demokrasîyek biesil û payebilind.

Lewraye ku encamên referandumê ji hemu destkevti û serketinên gelê Kurd hêjatir û binirxtir e.

Lazime rayedar û desthilatdarên Başurê Kurdistanê qedrê van encaman baş bigrin.Çaverêya pêkanîna dewletek serbixwe bin. Lewra refarandum dawî li gengeşî û nikaşên çareserkirina pirsa Kurdistana başur anî.

Êdî yek reyek rewa heye ku milletê Kurd bi vîyan û îradeya xwe kivşe kirîye. Serxwebun…

Lazime ku em bêjin divê gelê başurê Kurdistanê bi rêbaza Berzanî şanazî û kubarî bike.Lewra referandum bi handan û cehda Partîya Demokrata Kurdistanê û her wiha bi bawerpêanîna rêzdar Mesud Berzanî geyişte armanc û mexseda xwe.PDK û serok Berzanî bi mêrxasî referandumê û encama wê parast û piştgirîya vîyana gelê Kurdistanê kir. Niha jî,her wekî diwarek li himber puç kirin û têkbirina destkevtîyên referanduma Başurê Kurdistanê rawestahî ne.

Hal ku ev hale, êdî ne ixaneta hundir û nejî dijberîya derva, nikare gelê Kurd ji biryara xwe vegerîne.

Biryar hatîye dayîn. Dewletek serbixwe , azad û demokratîk di rê de ye.

K24