Nêçîrvan Barzanî: Cemawerên PDK li ser sindoqên dengdanê xewna dijiminan bergor kirin

Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, di ahengeke taybet bi bangeşeya Lîsta 183yan ya PDK li bajarê Dihokê, gotarek pêşkêş kir.

Di wê merasîmê de, ku kadir û berpirsên sînorên liqên PDK li çend navçeyên devera Badînan amade bûn û hejmarek ji berbijarên deverê amade bûn. Nêçîrvan Barzanî got: Cemawerên PDK li ser sindoqên dengdanê, xewna dijiminan bergor kirin û PDK ne tenê li ser astê Kurdistanê, lê li ser astê Iraqê jî artiya yekem derket.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku di cihê xwe de ye, berî destpêkirina merasîmê, bi amadebûna endam û kadirên PDK, em xwe ji bo şehîd û qurbanên Kurdistanê, bejna xwe biçemênin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, PDK biryara referandumê da, daku milletê me bi riyên aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, lê mixabin bûyerên nexweş bi ser me de hatin û Bexdayê bi awayekî cuda bersiva biryara aştiyane ya Kurdistanê da.

Balkişand ser wê yekê û got: Di çar salên derbasbûyî de, Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar re derbas bû, ji sala 2014an ve, budceya Herêma Kurdistanê hat birrîn, bi bihaneya ku Kurdistan petrolê difroşe û ew yek nerast bû, ji ber ku meha 5an ji sala 2014an, bi neçarî me petrola xwe firoşt. Piştre hatinî rêjeyeke mezin ji penaber û meşextan, ku pişka şêr ji Dihokê re ket. Piştre jî nirxê petrolê erzan bû û vê yekê bandoreke mezin li HIkûmetê kir û bandora vê yekê li ser Dihokê hebû, heger xweragiriya we nebaya, ew serkeftinana pêk nedihatin.

Herwiha got: Ew qunaxa dijwar a çar salên derbasbûyî bi piştevaniya we me derbas kir, îro li Kurdistanê qunaxa avakirinê destpê kiriye.

N.O

K24