CAREK DiN dubare, sêbare û didome
Ev parkirin ya du Sal berê ye. Tiştekî Mirov lê zêde bike tune ye. Lê dîsa jî bandora 12 îlonê bi hemû giranîya xwe didome. Di jiyana her mirovekî de, di jiyana her malbatekî de "çîroka" 12 Îlonê cûda cûda ye. Hinek jê bi Bedel û kedên mezin rastî neheqî û zilmê bûn, Hinek jê ji li ber bayê wê bûn desthilatdar. Ev kesên xwefiroş do çewa weke kewên ribat dikirin qêrîn îro jî li ser sergoyan diçêrin. Armanca 12 îlonê ya yekemîn ew bû doza netewî bi fetisînin,pêşî Lê bigirin. Di zîndana 5 nolu de ji sedî zêdetir welatparêzên Kurd Hatin kuştin. Hemû ji bo serxwebûna Kurdîstanê şehîd bûn. Ew kesên dibêjin em li dijî serxwebûna Kurdîstanê me bila carek din vegerin wan rojan û dest bidin ser ûjdana xwe. Îro derîyê li başûr vebibe we re li ber derîyekî nû ji bo perçên din jî veke. Ev doz ne doza partî û kesayetaye, ev doz doza serxwebûna Kurdîstanê ye. Carek din 12 îlonë şermezar dikim û rêz li keda şehîdan digirim û bibîrtînim.
Cano Amedi 12/09/2015 · Du sal berê
12 Îlonê sala 1980 an de çi bû? Ez dixwazim bi kurtayi kronolojîya 12 Îlonê pêşkêş bikim... De werin em bi hevre lê binêrin ka çi bû? Ka em baş binêrin daqû wan rojan de çi çêbûye? Çend kes ji me rûreşîya 12 îlonê dizane?
Bi kurtayî 12 Îlonê de:
650 hezaran zêdetir kes hat binçawkirin. Nêzikî 2 milyonan hatin fîşkirin Di 210 hezar dozan de 230 hezar zêdetir mirov hat dadgehkirin 7 hezar zêdetir kesan re cezayê idamê hat xwestin 517 kesan re cezayê idamê hat dayîn (yek ji wan jî ez im) 50 kes zêdetir hatin idamkirin 98 hezar 404 kes ji bo endametîya rêxistînî hat dadgeh kirin 14 hezar kes ji hemwelatîyê hat awêtin 30 hezar kes bûn peneber û çûn welatên devre 300 kes bi awayekî ne dîyare hat kuştin 171 yek kes bi îşkencan hatin kuştin Di gîrtîgehan de 299 kes hat kuştin 14 kes di rojiya birçîbûnê de mir 16 kes ji bo ku “reviyan” e kuştin 95 kes di “pevçûnan ” de hat kuştin Bi 10 hezaran zêdetir kes ji kar hat avêtin Bi 1000 an kes bi fermana fermandarên leskerî hatin surgun kirin Bi hezaran kes di bin navê “nesekinî” hatin kuştin Bi sedan dîlên siyasî di girtîgehan de hat kuştin Bi hezaran kes heş û mêzîyên xwe wundakir û seqet bûn Bi sed hezaran malbat li ber derê zîndanan û cihê binçav de psîkolojîya wan xerab bû.
Bi hêvî û daxwaza serxwebûna Kurdîstanê em li berbanga azadî û serxwebûnê.. Dijmîn çıqas dıjwarbe bila dijwarbe, lê em li ser rîya heqîyêne emê her dem bi ser bikevin bila Kolonyalistên dev bixwîn baş bizanibin. Em 35 sal şûnda dîsa li ser rê û rêbaza xwe ne, em bi doza welatê xwe re xizmetkarê gelê xwe ne... Bila dijmîne me baş bizanibe, gelê Kurd tu carî li ber wan serê xwe natewîne!!!!