Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka: Kurdistan û Amerîka hevbeşê sitratejîk in
Di wê peywendiya ku îro Dûşema 10-9-2018 hat pêkanîn, Cîgirê Serokê Amerîka û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa rola Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê kirin û tekezî kirin li ser hevbeşiya sitratejîk ya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiyên Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka nîşan da, ku Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir, herwiha tekez kir li ser zêdekirina hevkarî û hevahengiya di navbera Amerîka û Kurdistanê de ji bo ku serkeftina mezin bidest bînin li dijî terorê li hemû Iraqê.
Di wê peywendiya telefonî de, Cîgirê Serokê Amerîka jibilî ku pesnê rol û qehremaniya Hêzên Pêşmegre di şerê li dijî terorê da, herwiha spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir li ser pêkvejiyan û azadiya olî ya ku li Herêma Kurdistanê heye.
Di dawiyê de, Mike Pence û Nêçîrvan Baranzî daxwaz kirin ku karê hevbeş û hevahengî di navbera wan der berdewam be, ji bo alîkariya koçber û pêkhateyên Iraqê ji bo ku bikaribin vegerin ser mal û halê xwe.
KDP İnfo