Serok Barzanî: Êrîşa Koyê şermezar dikim..Pirsa Kurdî bi kuştinê çareser nabe
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji ber êrîşa mûşekî û bombebarana Komara Îslamî ya Îranê ya li ser baregeha Hîzba Demokrat a Kurdistanê li bajarê Koyê ez gelekî dilgiran û xemgîn im, bi taybet ku ziyaneke canî û maddî mezin çêbûye.
Di demek de ku ez vê êrîşê şermezar dikim, sersaxiyê pêşkêşî kesukarên şehîdên vê êrîşê dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Daxwaz ji hemû aliyekî jî dikim ku Herêma Kurdistanê nekin qada nakokiyan, ji ber ku li Herêma Kurdistanê gelek kêşe û tehdîd û gefên mezin hene.
Ez dibînim ku pêwîst ku em ji hemû aliyan re bêjin ku pirsa gelê Kurd bi tundutîjî û kuştin û bobebaranan nayê çareserkirin û rê û awayên aştiyane baştirîn çareser e ji bo hemû kêşeyan.
Mesûd Barzanî 08.09.2018”
KDP İnfo