top of page

PDKê daxuyaniyek belav kir

Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) derbarê êrîşa îro ya komara Îslamî ya Îranê li ser bajarê Koya daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ku, wêneyeka wê bo BasNewsê jî hat şandin hat, îro berî nîvro roja Şemîyê 8.9.2018 binkeyên KDPI û KDP-I li Qezaya Koya ketine ber bombarana Komara Îslamiya Îranê, ku di encam de hijmarek kesan cane xwe ji destdan û hijmareka din jî birîndar bûn.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin jî ku, ew li frakisyona PDKê di parlamentoya Kurdistanê wê êrîşê bi tundî şermezar dikin ku, li dijî hemû yasa û peyamnên navnetewî û destdirêjiyeke rastewxo li ser xak û serweriya Herêma Kurdistanê ye.

Di dawiya daxuyanyê frakisyona PDK sersaxiya her partiyan û malbatên şehîdan kir û silametî ji birîndaran re kir.

KDP İNFO

bottom of page