Hikûmeta Kurdistanê: Em êrîşa ser Koyê şermezar dikin..Nayê qebûlkirin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrîşa li hember baregahên partiyên Rojhilat daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: “Îro beriya nîvro 08/09/2018 baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine bombebarankirin, ku di encamê de çend kesan canê xwe ji dest daye û hejmareke din jî birîndar bûne.”
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Bi tevî şermezarkirina vê bombebaranê, dubare nerazîbûna xwe li hember bikaranîna xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran tînin ziman, ku bi ti awayî nayê qebûlkirin û dibe sedema têkbirina aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê. Lewma em daxwaz dikin dubare nebe, rêz li yasayên Herêma Kurdistanê were girtin û herêm nebe qada yekalîkirina pozberî û milmilaneyan.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest û hêviya zû başbûna birîndaran anî ziman û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê erkê xwe yê ji bo hevkarîkirina lêqewmiyan cîbicî bike û me tîmeke hawarçûnê raspartiye bi hemû şiyanên xwe ve bigihin alîkariya ziyanpêkeftiyan û xelkê sivîl ê navçeyê.”
KDP İnfo