HAK-PAR: Em rejîma Îranê ya hovane protesto dikin
Ev rejîma hovane ya antîdemokratîk îro jî li navçeya Koyê ya li Başûrê Kurdistanê bombe barand ser biryargehên PDK-Î û HDK'yê.
Li warên ku êrîşî kirin, gelek pêşmergeyên Rojhilata Kurdistanê ligel malbatên xwe dijîn. Tê îdiakirin; gelek rayedarên Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK-Î) jî gava êrîş dihate kirin li navçeyê bûne.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Î) wekî hemû aliyên welatparêz ji bo partiya me HAK-PAR'ê dostekê gelek nêz e. Em wek Partiya Maf û Azadiyan ji bo kesên ku di êrîşê de birîndar bûnê şîfaye, ji bo şehîdên me jî sersaxiyê dixwazin.
Em ê her tim li pişt xwîşk û birayên xwe yên KDP-Î û HDK'yê bin. Wek Partiya Maf û Azadiyan/HAK-PAR'ê em rejîma dagirker û hovanê ya Îranê protesto dikin.
Em pê bawer in ku ew rejîma li dijî mafên mirovan wê di demekê kin de hilweşe û dawîya xwe bîne.
HAK-PAR