Em Şermezar Dikin…
Bila serê malbatên şehidê Kurdistanê sax be.
Em weke PDK-T (Parti Demokrata Kurdistana – Tirkiyê) dibêjin; Rejima Melayên Îranê divê baş bizanibe ku bi van metodên hovane tu hêz nikare têkoşina Netewî - Demokrat li seranserê Kurdistanê tunebike. Heke Rejima Melayên Îranê dixwaze pirsgirêkên Îran û pirsa Kurdan li Îranê çareserbike, divê bi rêxistinên Kurdan re guftûgoyan bike, ne bombeyan bi ser wana de bi barine. Dinya dizane ku miletê Kurd miletek aşitixwaze lê ev nayê wê wateyê ku emê dev ji xebata netewi - demokrat berdin. Doza miletê Kurd dozeke rewa ye û divê bi rêbazên ji tûndûtijîyê dur were çareserkirin.
Biji Kurdistan
Şehidê me rûmeta me ne
PDK-T Şaxê Diyarbekir.
09 09 2018