top of page

Dengê Xwe Li Dijî Êrîşa Îranê Bilind Bike

Rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê, ku herroj Kurdekê darve dike û herroj devera tixuba Başûr û Rojhılatê Kurdistanê dide ber topan, îro êrîş kiriye li ser baregehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li bajaroka Koyê.

Rejîma Îranê, ku nikare pêşiya Rasanê, xebata gelên Îranê ya demokrasî û azadiyê bigre, nikare bi êrîşa baregehên Pêşmerge li Kurdistana Başurê serkeve.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, ku hertim piştgirê gel û Pêşmergeyên Kurdistana Rojhilatê ye, êrîşa dawî ya rejîma Îranê bi tundî mehkum dike.

PSK daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê, partî û saziyên welatparêz yên Başur û partî û saziyên seranserê Kurdistan û diyasporayê dike, ku dengê xwe dijî êrîşa Îranê bilind bikin

PSK daxwaz ji Koma Milletan û sazî û dezgeyên mirovdost dike, ku pêşiya êrîşa rejîma Îranê bigrin.

08 Îlon 2018

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

bottom of page