Li ser Ala Kurdistanê û referandumê, bersivek ji wezîrê Îranê re
Di çend rojên derbasbûyî de û li pêşiya Parlamentoya welatê xwe, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dev avêtiye Ala Kurdistanê û çend mijar tevlihev kiriye.
Gelek caran kesên nezan û çevteng ku dilê wan tije qehr û kîn e daxuyanî û gotinên vala dibêjin û kes li wan nagre, lê tişta ku min matmayî dike û dihêle ez bawer nekim dema ku wezîrê derve yê Îranê, ku wek kesekî dîplomat û akadîmisyen û birêz tê naskirin, wan gotinan dibêje.
Bilindkirina Ala Kurdistanê ji her kurdekî re cihê serbilindî û şanaziyeke mezin e. Wezîrê Derve yê Îranê gotiye, min serê xwe ji termê rehmetî Mam Celal Talebanî re danexistiye ji ber ku Ala Kurdistanê li ser termê wî bû. Beriya her tiştî gerek wezîrê derve yê Îranê zanîba ku hemû hûrgiliyên merasîma veşartina Mam Celal li ser milê malbata rehmetî bûn û ew di ber de berpirsyar in û haya wan ji her tişî hebû û Serok Barzanî ha jê tine bûn.
Mihemed Cewad Zerîf dev avêtiye referandûma Kurdistanê jî, lê referandum mafekî sirûştî ye ji hemû gelan re ku bi awayekî aştiyane û demokrasî biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û daxwaz mafên xwe yên rewa bike. Eger referandum şaş baya gelê Kurdistanê % 93 dengê xwe nedidan serxwebûna Kurdistanê. Tişta ku şaş bû dijayetiya wê proseya aştîxwaz û demokrat a gelê Kurdistanê bû.
Salek bi ser referandumê re derbas dibe û em ecêbmayî mane ku çawa di vê dema niha de wezîrê derve yê Îranê wê tîne bîra me. Tevdana vê mijarê di vê dema niha de û bi vî awayê han û diyarkirina wê helwesta nerewa li himberî xelkê Kurdistanê, bêguman pirsgirêkên navxwe yên Îranê çareser nake. Me bawer nedikir ku ew gotin ji wî birêzî derkevin.