Bi beşdariya Serok Barzanî Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê birêve çû
Yekîtiya Jinên Kurdistanê sala 1952an li ser daxwaza Rêberê Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî hat damezrandin.
Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de amade bû û destpêkê jî beşdarî pêşangeheke taybet bi dîroka xebata Yekîtiya Jinên Kurdistanê di qonaxên cuda û karên bi destên jinan hatine çêkirin, bû.
Di kevana kongreyê de, pêşangeheke teblo, wêne û posteran jî hatibû vekirin, ku li ser jinan û rola wan di civakê û xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de bû.
Herwiha pêşangeheke kar û hunerên destî yên jinan jî hatibû vekirin.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê di sala 1952an de hatiye damrzrandin, û yekemîn kongreya xwe bi awayekê nihênî di sala 1963an de lidar xistiye.
Heta niha Yekîtiya Jinên Kurdistanê 7 kongre saz kirine û îro heştemîn kongreya wê yekîtiyê li Hewlêrê birêve diçe.
KDP İnfo