Mesrûr Barzanî: John McCain pêlewan û dostê gelê Kurd bû
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê li ser koça dawî ya Senatorê Amerîkî û dostê gelê Kurd John McCain belav kir û tê de got, McCain pêlewan û dostê gelê Kurd bû.
Mesrûr Barzanî li ser Twittera xwe nivîsiye: “Ez ji nava dilê xwe, bi koça dawî ya pêlewan û dostê gelê Kurd, senator John McCain xemgîn bûme.”
Herwiha Mesrûr Barzanî dibêje: “Em sersaxiyê ji endamên malbata McCain re dixwazin û ewê bi rêz di bîra me de bimîne.”
John McCain di 1936an de jidayik bibû û îro 26-8-2018 piştî nêzîkî salekê ji nexweşiya şêrpenceyê koça dawî kir.
KDP İnfo