Kemal Kerkûkî: Hevpeymanên me ji bêdengiyan beramberî 16ê Cotmehê poşman in
Berpirsê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk û Germiyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (Kemal Kerkûkî) di bernameya (Basî Roj) de, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku hevpeymanên wan ji bêdengiya beramberî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ku li Kerkûkê hat kirin, poşman bûne.
Derbarê rewşa Kerkûkê, Kemal Kerkûkî got: Piştî 16ê Cotmehê, ew sîstema emnî ku li Kerkûkê hebû, bidawî hat, berî wê bûyerê, rewşa emnî li wî bajarî kontrolkirî bû û Pêşmerge li derdora bajar parastina Kerkûkê dikirin. Lê piştî 16ê Cotmehê, ew hêla bergiriyê li Kerkûkê nema û ewlehiya bajar têk çû û kes nizane wê çi biqewime û teqîn çêdibin û kemîn tên danîn û xelk tên revandin û dizî çêdibin û sitem li hemû aliyan tê kirin, bi taybet jî li welatiyên Kurd tê kirin. Ji sedî sed jî bawerî li cem min heye, ku jiyana hemû pêkhateyên Kerkûk di metirsiyê de ye.
Li ser pirsa vegera hêzên Pêşmerge ji bo Kerkûkê, Kemal Kerkûkî got: Em wek Partî dixwazin kêşe bi gotûbêjan bên çarekirin. Di baweriya me de niha Kerkûk dagîrkirî ye. Hêzeke mezin ji başûr û navenda Iraqê anîne Kerkûkê û ew bajar bûye serbazgeheke mezin û bêtirî çar firqeyên serbazî têde ne.
Herwiha got: Li Kurdistanê, şandeke hevbeş ji PDK û YNK heye û gellek bizavan dike ku rewşa Kerkûkê bi hêminî normal bike.
K24
N.O