top of page

Sizayên Amerîka li ser Tirkiyê û Îranê herdu welatan nêzîkî hev dikin

Piştî biryara Amerîka ji bo sizadana Îranê û têkçûna pêwendiyên wê li gel Tirkiyê, pêwendiyên di navbera Taran û Enqerê de bihêztir bûne.

Wezîrê bergiriya Îranê (Emîr Hatemî) ragihand, ku pêwendiyên wan li gel Tirkiyê baş in û li gel welatên cîran jî pêwendiyên wan yên biratî hene.

Emîr Hatemî di daxuyaniyekê de, ji bo televizyona fermî ya welatê xwe diyar kir, ku Îran li gel her yek ji Tirkiye, Efxanistan û Pakistan, pêwendiyên baş yên cîrantî ava kirine û ew pêwendî li ser bingeha biratî û rastiyê ava bûne.

Hatemî got jî: Taran bi hestê hezkirinê kar li gel welatên cîran dike û di heyama derbasbûyî de, serokerkanê Artêşa Îranê serdana hejmarek ji welatên cîran kir û encamên baş ji wan serdanan hebûn.

Navhatî tekez kir, ku ew welatên cîran piştevaniya dîplomasî û siyaseta derve ya Îran dikin.

N.O

K24

bottom of page