Şandeke Amerîkî alîkariyên bijîşkî ji Kobanê re anî

Peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn, şanda Amerîkî bi serokatiya Şêwirmendê Wezareta Derve ya Amerîka û Balyozê berê yê Amerîka li Behrênê William Robak bû.

William Robak di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê re de got, armanca wan ji vê serdanê ew e, hejmarek ji alîkariyên bijîşkî pêşkêşî nexweşxaneya Kobanê kirin.

William Robak tekez kir jî, dê alîkariyên wan ji bo çend qonaxên din jî berdewam bin.

Herwiha spasiya HSDê û qurbaniyên wê kir û got, armanca hebûna wan li Sûriyê şerê DAIŞê ye û dê li wê deverê bimînin, heta ku DAIŞ bi temamî tê jinavbirin.

K24