Serokwezîr: baştir kirina rewşa Êzidiyan erkekê hevpar û gişt alî ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nîçrvan Barzanî roja pîncşem 2018/8/3 di peyamekê de li salvegera komkujî û revandina hezaran Êzidiyan bi destê DAIŞê, pêdagiriyê li ser giringî dan bi rewşa jiyana wan û kar kirin ji bo rizgar kirina wan kesan dike ku hêj bê ser û şûn in.

Tekesta peyam Serokwezîr

Iro salvegera komkujiyeka din ya Êzidiyan bi destê Rêkxistina terorîstiya DAIŞê ye. Komkujiya Êzidiyan bi yek ji hoventirîn komkujiyên sedeya 21 kete nava dîroka Kurdistan û mirovahiyê.

Di êrişa bo ser devera Şengalê 1293 welatî şehîd bûn, 6417 kes jî hatine revandin ku piraniya wan zarokên keç û jin bûn. 2745 zarok jî bê bav û dayik man. Dehan perstgahên Êzidiyan hatine wêran kirin û heya niha 69 gorên bi kom yên Êzidiyan hatine vedîtin.

Ev amar û belgehên din ji bo vê yekê bes in ku Parleman û Hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî komkujiya Êzidyiyan bi cînosayd bide naskirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser erkê xwe ji bo parastina Êzdiyan û alîkariya pitir ji bo koçberên devera Şengalê berdewam dibe.

Nivîsîngeha taybetî ya me ji bo rizgar kirina hemû Êziidiyên revandî li ser karê xwe berdewam dibe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor şiyanên xwe ji bo baştir kirina jiyana koçberên devera Şengalê hewlê dide, ku çend sal e di rewşeka nexweşa koçberiyê de dijîn.

Em di vê roja xemgîn de bi pêwîst dazanin ku divê Hikûmeta Federala Îraqê rewşa devera Şengalê normal bike û erkê xwe ji bo avedan kirina deverê û dabîn kirina xizmetkariyan bi cih bîne ku koçberên vê deverê bikaribin bi awayekê normal bo ser cihê bav û kalên xwe vegerin.

Em herwiha daxwazê ji welatên endamên hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê û civaka navdewletî dikin beşdariyê li avedan kirina devera Şengalê û baş kirina jiyan akincî yên vê bikin ku ji ber cinosaydê jiyan wan gelek bi azar bûye. Avedan kirin û baştir kirina jiyana akincî yên devera Şengalê erkê hevpar û gişt alî ye.

Em di vê rojê de, serê xwe li hember şehîd û canê pakê pêşmergehên egîd ditewînin ku ji bo rizgar kirina Şengalê şehîd bûn.

Şikesta DAIŞî li Kurdistan, Îraqê û deverê ji Şengalê destpêkir.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

2018/8/3