top of page

Topbarana Tirkiye û Îranê daristanan dişewitîne. Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şew

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê di nav 8 salên borî de 31 hezar û 290 donim daristan û pûş şewitîn.

Demsala havînê ji ber bilindbûna asta germê li Başurê Kurdistanê metirsiya şewitîna daristan û pûşê jî zêde dike. Tîmên Berevaniya Şaristaniyê di van mehan de ji bo destwerdana bûyerên agirketinê di amadebaşiyê de ne lê nebûna derfetên darayî vê destwerdanê jî zehmetir dike.

Lewma rêjeya şewtinadinê di 3 salên derbasbûyî de zêdetir bûye. Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê tenê di 3 salên borî de 559 hezar û 469 donim daristan û pûş şewitiye.

Rêveberê Giştî yê Daristan û Rezgerî li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Husên Hemekerîm dibêje: “Ji ber qeyrana darayî 3 sal in nikarin weke pêwîst pêşiya agirê daristanan bigrin û ji ber vê yekê jî rêjeya agir zêdetir bûye.”

Li gorî gotina Husên Hemekerîm niha tenê ji sedî 2yê dariastanên Kurdistanê hatine paqijkirin û ji sedî 98ê daristanan jî metirsiya şewatê heye.

Topbarana Tirkiye û Îranê daristanan dişewitîne

Herwiha li gorî pêdaçûnên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, di 8 salên borî de ji sedî 35ê sedema agirê daristan û pûşên Kurdistanê bombebarana artêşa Tirkiyê û Îranê bûye

Husên Hemekerîm diyar dike, ku sedemên din ên agirtgirinê bêxemî, bi qestî, paşmayiyên agirên şivanan û geştiyaran in.

Hemekerîm dide xuyakirin, ku hê jî bi şêweyê kevn hewl didin agirê daristanan kontrol bikin, ku ji ber firehbûna rûberê daristanan ev yek zehmet dibe û ziyanê jî zêdetir dike.

Madeya 22 ya Yasaya Daristanan de tê gotin, ku ew kesên bi qest û zanebûn darên bi temen bibrin an jî agir berdine daristanan divê werin cezakirin. Cezayê wan ê zîndanîkirinê ji 6 mehan zêdetir dibe û herwiha 5 milyon dînar jî werin cezakirin.

Lê Berpirsê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê dibêje: “Mixabin dadgeh weke pêwîst vê yasayê cîbicî nakin û kesên bi qest daristanan dişewitînin bi kefalet tên azadkirin, cezayekî kêm dixwin.”

Serokê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngehê Semed Mihemed jî dibêje: “Şewtandina daristan û pûşê di heman demê de dibe sedema mirin û nemana bi sedan corên zîndewer, balinde û ajelan û di herwiha ziyaneke mezin jî dide jîngeha herêmê û hevsengiyê têkdide.”

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê, di 8 salên borî de herî zêde daristanên parêzgeha Silêmaniyê şewitîne, ku dike 580 hezar û 380 donim daristan û pûş.

Li parêzgeha Helebceyê jî 30 hezar û 757 donim daristan û pûş şewitiye.

Rêveberê Daristanên Parêzgeha Helebceyê Mihemed Mehmûd diyar dike: “Ji sala borî ve piraniya sedema agirê daristanên Helebceyê bêxemî û bi qestî bûye. Herwiha ji ber teqeya leşkerên Îranê jî gelek caran daristan şewitîne.”

RUDAW

bottom of page