top of page

Serok Barzanî rêzê li helwesta mirovane û dostane ya Melîke Mezan digire

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li helbestvana Emazîxî Melîke Mezan kir û di wê hevdîtinê de got ku ew rêzê li helwesta mirovane û dostane ya Melîke Mezan digire.

Îro Sêşema 31/7/2018an, li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li nivîser û helbestvana Emazîxî û dosta gelê Kurdistanê xatûn Melîke Mezan kir. Di wê dîdarê de, Melîke Mezan dilxweşiya xwe li ser civîna li gel Serok Barzanî ragihand û got: Ev serfiraziyeke mezin e ji min re, ku li gel serkirdeyekî mezin yê xebata rizgarîxwaza gelan û serokekî ku ji bo mirovatiyê serkirdatiya şerê li dijî terorîstan kiriye, dicivim. Herwiha sipasî û rêzgirtina xwe ji bo rol û qaremaniya hêzên Pêşmergên Kurdistanê û xweragirya gelê Kurdistanê da xuyakirin û Kurdistan weke nimûneyeke zindî ji azadîxwaziyê û mirovdostiyê da naskirin.

Serok Barzanî, ji bilî bixêrhatinê, rêz û destxweşî li helwestên bihêz û mirovane û dostane yên Melîka Mezan kir û sipasiya berevaniya wê di ber gelê Kurdistanê de kir.

KDP İnfo

bottom of page