Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê projeyeke mezin bo elektirîkê vekir

Bi beşdariya rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li bajarokê Tekyeyê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve santrala elektirîkê vebû. Tê pêşbînîkirin ku bi saya vê santralê beşek mezin a pirsgirêka elektirîka Silêmaniyê çareser bibe.

Santrala ku li Silêmaniyê vebûye dê rojane 400 KV elektirîk hilberîne. Santral bi hevkariya Şirketa Petrola Niştîmanî ya Petrola Koreya Başûr û Wezareta Samanên Sirûştî û Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê hate avakirin û di projeyê de 63 milyon dolar hate xerckirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vekirina projeya santrala elektirîkê ya Silemaniyê de ragihand ku ew projeyê dê sûdê bide hemû Kurdistanê, lê taybetî ji bo navçeyê girîng e.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, rojên giran derbaz dibin û hikûmetê pêngavên encamdana pirojeyan dest pê kirine.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku santrala elektirîkê ya 400KVî beşeke ji toreke berfireh a stratejêk e di sektora elektirîkê de ku hikûmeta herêma Kurdistanê beriya niha plan jê re danîbû û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerciyeke zêde bo elektirîkê kiriye û bi taybetî hewl daye veberhênana elektirîkê zêde bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî, tevî ku di çend salên borî de ji ber şerê li dijî DAIŞê û krîza darayî, beşek ji projeyan paşkeftine, lê bi alîkariya xelkê û dostên Kurdistanê, krîz derbaz kirin û beşek ji projeyên giring bidawî anîn.

Di heman merasîmê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de daxwaz ji aliyên siyasî kir ku yekdeng bin û ji bo garentîkirina mafên Kurdan di destûrê de, bi yek biçin Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî got jî asayî ye di navbera aliyên siaysî de li navxwe nakokî hebin, lê ji bo berjewendiya giştî û bidestxitina armancên Kurdan, divê aliyên siyasî yekrêz û bi yekdeng li Bexdayê amade bin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir ku ji bo çareserkirna pirsên çarenivîsaz, hemû alî bi hev re bin û ji aliyên siyasî xwest weke şandekê biçin Bexdayê.

Süleymaniye

KDP/İNFO