Mesrûr Barzanî bi Cîgira Şêwirmenda Encûmena Asayişa Niştimaniya Amerîkayê re civiya
Mesrûr Barzanî li ser hesaba xwe ya twîterê de ragihandiye, ew li Waşington a paytexta Amerîkayê bi Cîgira Şêwirmenda Encûmena Asayişa Niştimaniya Amerîkayê, Mira Ricardel civiyaye û divê civînê de pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û hevahengiyên navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan nirxandine.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di vê peyama xwe ya twîterî de daye xuyakirin, ku di civînê de têkildarî mijara pêkanîna hikûmeta Iraqê, tekezî li ser wê yekê kiriye, ku Herêma Kurdistanê li Iraqê li gel pêkanîna hikûmeteke hevpeymaniyê de ye, li ser bingeha rêkevtin, hevsengî û herwiha hevbeşiya rasteqîn, ew jî jibo bersivdana pêwîstî û mafên xelkê Kurdistanê û herwiha aliyên din di çarçoveya destûra Iraqê de.
Mesrûr Barzanî herwiha di twîteke din de ragihandiye, civîna wî li gel Cîgira Şêwirmenda Encûmena Asayişa Niştimaniya Amerîkayê jibo tekezîkirina li ser pabendbûna hevbeş bi şerê li dijî DAIŞê û herwiha hevbeşiya bihêz a navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya navdewletiya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê bûye.
RÛDAV