SERSAXÎ
Bê vê boneye em PDK-T rewşa hunermendê hêja Şivan Perwer careke din di ber çavan re derbas dikin û bibir tînin ku hunermendê hêja nikaribû serdana Dayik û Bavê xwe bike. Ev rê li ber hatibû girtin. Şivan Perwer nikaribû biçe ser gora diya xwe û weke hemû kesan fatihayeke li ser dayika bixwîne. Navê vê bûyere zulmê, xedre, ne mirovahiye. Rewşa Şivan Perwer di rastiya xwe de rewşa Miletê Kurd di der. Zulm û zordariya li ser miletê Kurd beriya her tişt ji bê dewletbûna Kurdan xwîna xwe digire . Heke Kurd ji weke miletên cîran xwedi dewleta xwe bûne, wê ew zulm û zordarî ewqasî tof nebûya.
Em yên ku bûne sersebebê vê yekê şermezar dikin û careke din sersaxiyê ji malbata Şivan Perwer re dixwazin.
Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiyê.
Navend .