top of page

Li Efrînê girtin û êşkencekirina welatiyên Kurd berdewam e

Bahoz Gênco

Milîsên bi ser Tirkiyê ve welatiyekî kurd li gundewarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê revandin û dan ber lêdan û êşkencê.

Li gor çalakvanan, çekdarên girûpa Semerqend û Hemzat welatiyê bi navê Mihemed Qîşo, ji xelkên gundê Gewrika yê navçeya Cindirêsê ye, ji nava gund reavndin û dest danîn ser keriyê wî miyan û herweha erebe û tiraktora wî jî destteserkirin.

Çalakvan tekez dikin ku Mihemed bi tewana endamtiya nava rêzên YPGê de, rastî êşkenceyeke giran hatiye.

Di heman demî de, girûpa Hemzat li gundê Basûtê yê navçeya Şêrewa, welatiyê bi navê Şadî Betal Xidir, di encama pirsgirêkekê di navbera wî û çekdarekê wê girûpê de, girt.

Hat ragihandin ku Şadî di dikaneke porkuriyê de kar dike, ango li wir ew û çekdarekî ve rabûn hev û pişt re, ew birin girtingeha wê girûpê û heta niha nehatiye berdan.

Tê destnîşankirin ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve, bi dehan binpêkirinan li dijî xelkên sîvîl ên kurd li devera Efrînê radibin û pirên wan li dûrî şavên ragihandinê dibin ji ber Tirkiyê rê nade ku ragihandina serbixwe derbasî deverê be.

BasNews

bottom of page