Trump derbarê gelê kurd de daxuyaniyek da!

Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva pirsa peyamnêrê K24ê da û derbarê berdewam kirina alîkariyên Amerîkayê yên ji bo gelê kurd û Pêşmerge de ragehand: Kurd gelekî pir mezin e.

Donald Trump ragehand: ‘’Hêzên Pêşmerge cengaverên zîrek, bê wêne, wêrek û jêhatî ne.’’

Serokê Amerîkayê amaje bi hevpeymana di navbera Kurdistanê û Amerîkayê kir û ragehand, ‘’Gelê Kurdistanê di piraniya pirsan de hevpeymanê me ne.’’